Mihrîcana Film a Rojava îsal wê ji bo cara duyem li dar bikeve. Mihrîcan wê di salvegera Şewata Sînema Amûdê de ango îro dest pê bike û heta 17´ê Mijdarê dewam bike. Bêhtirî 70 filmên dirêj û belgefilm di mihrîcanê de wê bên nîşanda li bajarên Serêkaniyê, Amûdê, Hesehê, Dêrik û Kobanê. Herçî mihrîcana îsal e wê di heman demê de diyarî Fiuraz Dag (Mehmet Aksoy) bê kirin ku li Reqayê şehîd bûbû û cenazeyê wî îna bihurî li Londonê bi girseyî hat veşartin.

Komuna Sînemayê ya Rojava bi piştgiriya Desteya Çand û Hunerê ya Rojava vê Mihrîcana Film a Rojava a diduyê bi rê ve dibe. Mihrîcan par wek Roja Filman bi rê ve çûbû û îsal wek mihrîcan û pêşbirkekê rêya xwe dewam dike. Lê belê ji ber êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê gelek beşdar û endamên juriyê nekarîn xwe bigihînin Rojava.


Di salvegera şewata Sînema Amûdê de

Di dema Mihrîcanê de kargeh û panel jî hene ku dixwazin ciwanên ji kamera û sînemayê hez dikin beşdar bikin da ku bên perwerdekirin û heger hez bikin vî karî dewam bikin.

Mihrîcana îsal wê 13´ê Mijdarê (îro) bi bibîranîna kevintirîn sînemeya li herêmê, sînema Amûdê dest pê bike. Sînemaya Amûdê di 13´ê Midjara 1960´î de şewitî û ji bo 298 zarokan bû dawiya jiyanê û ji bo Amûdê jî veguherî birîneke nakewe. Mihrîcan wê 17´ê Mijdarê bi dawî dibe.



Du jurî hene, lê endam nikarin biçin Rojava

Herwiha du jûrî hatine diyarkirin ku yek ji bo kurtefilman e û ya din jî ji bo belgefilman e lê ji ber mercên Herêma Kurdistanê, endamên Jûriyê neşiyan xwe bigihînin Rojava.

Îsal filmên beşdar bûne, du caran li yên par in. Îsal ji bo pêşbirkê 88 film hatine bijartin û ji bo nîşandanê jî 15.

Herçî jurî ne ji bo kurtefilman û belgefilman ji du beşan pêk tên. Tevî ku gelek endamên juriyê yên ji welatên xerîb ji ber girtina rêya hewayî ya Başûrê Kurdistanê nekarîn xwe bigihînin Rojava jî, yên ku di juriyê de cihê xwe digirin ev in: 

Jûriya kurtefilman pêk tê ji :

Sînemager Diego Quemada-Diez ji Meksîkayê; lîstikvan û dansvan Yasemîn El-Mesrî ji Libnanê ku bi eslê xwe Misrî ye; derhêner Fatîh Akin ji Elmanyayê; derhêner Rîam Seman ji Libnanê; nivîskar û lîstkvan Shoba Sakthi ji Srî Lankayê — Tamîl; wênegir Aida Muluneh ji Etiyopyayê; Şehram Aldî ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê.

Jûriya belgefilman jî pêk tê ji:

Mehmûd Berazî; Maşellah Muhemedî; Şîlan Seedî; Teymûr Evdikê.



Ji her çar aliyên Kurdistanê

Îsal ji her çar aliyên Kurdistanê û ji welatên derveyî Kurdistanê jî berhem beşdarî mihrîcanê dibin; filmên ji Elmanya, Fransa, Dewletên Yekbûyî Emerîkayê û tevî vê ji Tirkiye û Îranê jî beşdarên ne kurd û ne ji herêmîn Kurdan hene.

Yek ji pirsgirêkên sereke yîn mihrîcanê ew e ku li Rojava holên sînemayê nînin û film wê li holên şanoyê yên navendên çand û huner bên nîşan dan. Lewma li van salonan perdeyên sînemayê nînin û pirsgirêkên teknîkî yîn ronahî, deng û perdeyan diviya bihatana çareserkirin.

Ji bo beşdarên pêşbirkê xelateke pişûk hatibe diyarkirin jî, xelateke taybet ji bo filmçêkerên ciwan ên ji Rojava heye. Herçî li Rojava ye, çêkirina filman gelekî zehmet e û ev xelat bi armanca teşwîqkirina ciwanên behremend e. Jixwe pirraniya filmên ji derveyî Rojava doza ti xelatan nakin, ew tenê dixwazin filmên wan li Rojava bên nîşandan. Xelata Rojava a taybet ew e ku Komuna Filman wê filmên derhênerên serketî yn ciwan weke produksoyon hilberîne û barê peydakirin û dabînkirina hemû hewcedariyên çêkirina filmê wê li ser milê komunê be.


Kobanê, Amûdê, … û film, film û film

Bajarê Kobanê di çarçoveya mihrîcanê de xwedî cihek û maneyeke taybet e; dema mirov li bernameya filman dinihêre, dibîne ku filma dirêj a li wir tê nîşandan li ser berxwedana Kobanê ye. Li Kobanê 15´ê Mijdarê saet 6´ê êvarê filma “Berxwedan Jiyan e” a Apo Bazîdî tê nîşandan. Heman êvarê saet 8 û nîvan jî filma Rexmî Her Tiştî yê bi produksiyona Araratê wê bê nîşan dan.

Bernameya festîvalê îro êvarê li Qamişlo bi axaftina vekirinê, nîşandana filma ji bo bibrîanîna Firaz Dag û nîşandana filma Darên bi Tenê ya derhêner Şêro Hindê li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo dest pê dike.   



Di çarçoveya mihrîcanê de filmên Joey L. ya bi navê Ji Lezginiyê Welidî, ya Ersîn Çelîk a bi navê Berfenbar, ya Thomas Haley a bi navê American Dreamer, filma Caroline Parietti û Cyprien Ponson a bi navê Be Jam Be, ya Zîlan Kobanê ya bi navê Navê min li ser Kevirekî ye, filma Parvîz Rostamî ya bi navê Evîn-Sînema-Jiyan, ya Caroline Darroquy ya bi navê Li Mala Rojnamevanan, ya Iraj Mohammedî Razînî ya bi navê Lafav û gelekên din wê li bajarên Kobanê, Serêkaniyê, Dêrik, Qamişlo, Hesekê û Amûdê bên nîşan dan.  

Panelek bi sernavê “Sînema, Şoreş û Rojava” bi beşdariya Mehemed Emîn Engezek, Kargeha Stop Motiopn bi beşdariya Deniz Têkoşîn û Alberto Garcia li Qamişlo û Serêkaniyê, û Kargeha Çîrokê bi beşdariya Sevînaz Evdikê û Deniz Têkoşîn wê li Qamişlo bi rê ve biçin. 


NAVENDA NÛÇEYAN




Komuna filman a Rojava û şewata Sînema Amûdê


Komuna Filman a Rojava sala 2015´an hat damezirandin bi armanca birêxistinkirina nîşandana filman, pêkanîna nîqaşên li ser rola filman di civakê de û hilberandina filmên nû û damezirandina akademiyeke filman da ku çanda filman a herêmî teşwîq bike.

Komuna Filman a Rojava li pêşiya xwe weke armanc daniye ku li Rojava ya ku lê holên sînemayê nînin, sala 2018´an 3 salonên sînemayê yên taybet ava bike. Yek ji van wê li bajarê Qamişloyê be, ya din li bajarê Amûdê. Lê şûna ya sêyem hîna nediyar e.

Berpirsên lidarxistina mihrîcanê dibêjin, armanca wan ew e ku cihekî şahiyê çêkin; li wir zarokên Amûdê li filmên xwe, li filmên welatê xwe û yên derve temaşe bikin. Ango çanda sînemayê ji tirsa tecrûbeya xirab û trawmaya wê bibihure.