
Xebatkara Pirtûkxaneya Baranê, Sîbel Sana da zanîn ku di encama serdegirtinê de polîsan 30 pirtûk desteser kirine û got, piştî rewşa awarte (OHAL) zextên li ser pirtûkxaneya Baranê zêde bûne. Sîbel Sanayê got, li dijî zextan elaqeya gel a ji bo pirtûkan jî zêdetir bûye.
Bi OHAL’ê re polîtîkayên zext û êrîşan zêde bûn û pirtûkxaneyan jî para xwe ji vê yekê girt. Bi taybet berhemên aîdê nivîskar û helbestkarên Kurd û wêjeya Kurdî tên qedexekirin û di pêvajoya dawî de pirtûkên ji weşanên Aramê tên derxistin, tên îlegalîzekirin. Hefteya bihurî, ekîba polîsan a 10 kesî, bi ser Pirtûkxaneya Baranê ya li Dêrsîmê de girt. 30 pirtûk hatin desteserkirin û hemû pirtûkên aîdê weşanên Aramê hatin berhevkirin.
Zext li zimanê Kurdî û Aramê dibin
Xebatkara Pirtûkxaneyê Sîbel Sana got, bi OHAL’ê re gelek pirtûk qedexe hatine îlankirin û pirtûkxaneya wan jî di bin zextê de ye. Di serdegirtinan de jî pirtûkên bi Kurdî û yên Weşanên Aramê yan tên desteserkirin, yan jî tên berhevkirin.
Sîbel Sanayê di dewamê de destnîşan kir ku firotina pirtûkan li gorî beriya OHAL’ê gelek zêde bûye û got: “Zext zêde bûn, lê hejmara xwendevanan jî zêde bûye.”
Sîbel Sanayê di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku bi taybet pirtûkên aydê Weşanên Aramê di bin zextê de ne û tevî ku teblîxateke der barê qedexekirinê de tineye jî bi pêkanînên kêfî pirtûk tên desteserkirin. Sîbel Sanayê li ser mijarê got, “Bi taybet pirtûkên Sakîne Cansiz, Abdullah Ocalan, pirtûkên jiyana gerîlayan vedibêjin, girtin. Lê ew pirtûk bi taybet hatibûn xwestin û me bi zehmetiyeke mezin anîbûn. Di destê me de pirtûkên Weşanên Aramê neman. Ev pirtûk, pirtûkên di lîsteya nû de bûn. Mînak Dema Tûreşkê 1 û 2 hebûn. Weşanên Aramê tevî qedexeyan wê pirtûkên xwe bigihîne gel.”
JINNEWS / DERSIM