Varto:  Bûyer Tirkiyeyê bi dû xwe ve kaş dikin. Ji bo wê, tişta ku li Îdlibê diqewime mirov baş zelal nabîne. Hemû siyaseta xwe ji bo destketiyên Kurdan misoger nebin, bi rê ve dibe. Di vê siyasetê de jî xitimiye.

 

BEFRÎN BAGDU / DÎCLE ÎTO / ANF / BEHDÎNAN

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê KCK’ê Serhat Varto, li ser operasyona Idlibê got, Tirkiye wê li beramberî Îdlibê xeta Efrîn, Cerablûs yan jî Şehbayê bixwaze û wiha peyivî: “Heger siyaseta Tirkiyeyê li Îdlibê bi ser neket, wê siyaseta wê ya li Efrînê û deverên din jî bi pêş ve neçe û wê şensekî wê jî nemîne. Li vir derfet ji hêzên Efrînê re peyde dibe.”

Endamê Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya KCK’ê Serhat Varto îşaret bi êrişa li Qamişlo jî kir û got, li gorî daxuyaniya Asayîşê, xuya ye rejîm dixwaze bi awayekî fiîlî desthilatdariya xwe bidomîne. Li ser vê meseleyê Serhat Varto wiha peyivî: “Li Qamişlo desteserkirina hinek ciwanan vê dibêje, ‘Sûriye hemû di bin kontrola min de ye, ez dikarim her tiştî bikim.’ Dixwazin vê bisepînin û bibînin ka helwêstên çawa wê bên raberkirin. Bê şik û guman ev yek pirsgirêkan wê hê kûrtir bike. Ev yek provokasyon e. Şer van pirsgirêkan çareser nake. Divê di nava hikûmeta Sûriyê û hêzên Bakurê Sûriyeyê de diyalog û hiqûqek bê avakirin û mijar li ser hiqûqê bê çareserkirin.”

Feraseta rejîmê hê neguheriye

Varto bal kişand ser hevdîtinên di navbera hêzên Kurdî û rejîmê de û got, “Mixabin hê feraseta rejîma Sûriyeyê neguheriye. Ji nû ve dixwaze serweriya xwe li ser tevahiya Sûriyeyê bike; heta dixwaze azadî, demokrasî û aştîxwazan jî ceza bike. Yekane rêya hikûmetê li ser lingan bigire ew ku ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hev bike. Ez dikarim bibêjim ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk hemû Sûriyeyê temsîl dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwedî hêzêke eskerî, siyasî û qadeke xwedî nifûseke zêde ye û di qada navneteweyî de jî rewa ye. Ti rastiya gotinên rêveberên hikûmetê nîne. Di van hevdîtinan de ji bo hemû Sûriyeyê demokrasî tê xwestin. Çi ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin, ji bo Şam, Laziqiye û Helebê jî dixwazin. Sîstema demokratîk a xwe dispêre vîna gel pêşniyaz dikin. Ji bo vê divê hemû gelên Sûriyeyê xwedî li vê derkevin.”

Heta dawî bi vî awayî naçe serî

Serhat Varto bal kişand ser hevdîtina sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Îranê ya li Tehranê û wiha axivî: “Tifaqa Tirkiyeyê li ser dijminahiya Kurdan bi pêş ket; ji bo tinekirina hemû destketiyên Kurdan û di siyaseta Sûriyeyê de jî bibe xwedî bandor. Lê di vê nuqteya niha de ev siyaseta Tirk bi ser neket. Bê şer pirsa Îdlibê çareser nabe. Teqez divê şer bê kirin. Daxwazên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji hev cuda ne, lê muhtacî hev in. Niha Rûsya dixwaze rejîm li gelemperiya Sûriyeyê serwer be, ji derveyî rojhilatê Firatê hem jî naxwaze Tirkiyeyê jî ji dest bide. Ev jî pir zehmet e. Îran jî hem dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derêxe û li dijî Emerîkayê jî li gel Tirkiyeyê bibe yek. Tirkiye jî hem dixwaze li Sûriyeyê (Îdlib, Cerablûs, Bab û Efrînê) bimîne û têkiliyên xwe yên li gel Sûriye, Îran û Rûsyayê dewam bike. Ev jî pirr zehmet e. Heta dawî bi vî awayî naçe serî. Îdlib ji bo Sûriye û Rûsyayê stratejîk e. Heleb di bin gefê de ye. Hemû çete li wir hatine bicihkirin. Ji Îdlibê heta Cerablûs, Bab, Efrînê 100 hezar hêzên çete hene. Ev hêz gefên mezin li ser Helebê didin çêkirin. Heleb bikeve Şam xwe li ser lingan nagire. Heger Sûriye, Îran û Rûsya bixwazin li Sûriyeyê bi ser kevin, divê Îdlibê bigirin.”

Siyaseta wê xitimiye

Varto li ser planên Tirkiye li Sûriyeyê got, dixwaze ji xeta Îdlibê heta Cerablûsê qadeke xweser kontrol bike û wiha peyivî: “Emerîka û dewletên Ewrûpa wekî ku li Îdlibê şerek biqewime, siyasetê dikin. Şer wê rewşa siyaseta wan diyar bike. Jixwe, siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ji serî ve diyar e. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê, heyîna wê ya mîna aktorekî bi dawî bû. Niha rewşeke Tirkiyeyê nîne ku siyaseteke nû bide avakirin û li pey wê biçe. Bûyerên li cihê cih rûdidin, Tirkiyeyê bi dû xwe ve kaş dikin. Ji bo wê, tişta ku li Îdlibê diqewime mirov baş zelal nabîne. Tirkiye li pey rewşa Îdlibê kaş dibe. Hemû siyaseta xwe ji bo destketiyên Kurdan misoger nebin, bi rê ve dibe. Di vê siyasetê de jî xitimiye.”

Dixwazin Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxin

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê, Serhat Varto got, rewşa Efrînê hinekî bi qewimînên li Idlibê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Di mijara Efrînê de nakokiyên di navbera Rûsya, rejîm û Îranê li gel Tirkiyeyê de wê pêk bên, ji bo mezinkirina berxwedana li Efrînê wê hê zêdetir derfetan bidin avakirin. Tirkiye wê li beramberî Îdlibê, xeta Efrîn, Cerablûs yan jî Şehbayê bixwaze, lê wê ev yek pêk neyê. Ev rast e; Sûriye û Îran bi temamî dixwazin Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxin. Heger Tirkiye ji Îdlibê derkeve wê zexta ji Efrîn û Cerablûsê jî derkeve, bê kirin. Jixwe, heger siyaseta Tirkiye li Îdlibê bi ser neket, wê siyaseta wê ya li Efrîn û deverên din jî bi pêş ve neçe û şensekî wê jî wê nemîne. Li vir derfet ji bo hêzên Efrînê peyde dibin. Bê şik û guman hêzên Sûriyeya Demokratîk vê rastiyê dibînin û li gorî vê di nava tevgerê de ne.”