
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê, Besîme Koncayê nerazîbûn nîşanî girtina Rojname Şûjinê bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) da û got, “Şûjin, îrade, deng, gotin û cesareta jinan e. Di vî warî de hemû jin wê xwedî li Şûjinê derkevin û ji nûve em ê nûçeyên xwe çêkin. Em ê ji nûve kamerayên xwe bigirin û xwe bidin xuyakirin. Ti KHK û qedexekirin wê nikaribe çavkaniyên me bigire û asteng bike.”
Besîme Konca banga piştevaniyê jî li jinan kir û diyar kir ku piştî yekemîn ajansa nûçeyan a jinan a cîhanê JINHA’yê, niha jî Rojname Şûjin hatiye girtin û got, “Ev ji bo jinan wendahiyek mezin e. Di heman demê de jî berxwedaneke mezin e. Şûjin di warê nûçegîhaniya jinê de li dijî her cureyê şîdeta li dijî jinê bi hestiyarî tevgeriyaye û ev mijar kiriye ji xalên sereke yên rojeva xwe.”
Desthilatdarî ji rastiyê ditirse
Besîme Koncayê bi bîr xist ku Şûjinê di pêvajoya girtina parlamenterên HDP´ê de bêhiqûqiya heyî eşkere kiriye û got, "Dezgehek bû ku nûçeyên rast çêdikirin. Bûyera îstîsmara li Êlihê, komkujiya li gundê Xerabê Bavan wê derxist holê. Ev jî nîşan dide ku desthilatdarî ji rastiyan ditirse."
Besîme Koncayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ti KHK û qedexekirin wê çavkaniyên wan yên wek Şûjinê nikaribe bigire.
ENQERE