Li bajarê DYE´yê San Franciscoyê, li Muzeya Hunerê modern pêşangehek bi navê Soft Power heta 15´ê Sibata bê wê vekirî be. Yek ji hunermendên di pêşangehê de cihê xwe digire jî Marwa Asanios e. Ew bi belgefilmeke xwe ya ji du beşan a bi navê “Kî ji îdeolojiyê ditirse” bi “şervanên jin ên azadiyê” yên Kurd re hevpeyvînan dike li komuneke eko-femînîst li Rojavayê Kurdistanê. Peyama wî jî di kataloga danasînê de eşkere ye; bi ya wê, Rêxistinên Civaka Sivîl ên ku dixwazin alîkariyê bi penaberan re bikin, dikarin ji jinên li herêmê xasma şervanên jin gelek tiştan fêr bibin.

 

SAN FRANCISCO