Armanca dewleta Tirk ew e, di dîzaynkirina Sûriyê de bi bandor tevbigere û heke keysê lê bîne Idlib, Efrîn û Cerablûsê jî weke Hatayê bi ser axa xwe ve bike.

Emerîka naxwaze ku Kurd bibin xwedî statu û ji bo vê jî dixwaze Kurdên azad feda bike. Ew li pey hesabekî welê yê qirêj e… fikarên dewleta Tirk li ber çavan digre.

Ti projeyeke wan a ji bo demokratîkbûnê jî tineye. Jixwe çi hewldaneke siyasî ya ku dewleta Tirk di nav de be, jê projeyeke demokratîkbûnê dernakeve.

GULİSTANÇİYAÎKE

Der barê Idlibê de du bûyerên girîng di heman rojê de pêk hatin. Nûnerê Taybet ê Emerîkayê yê Sûriyê James Jeffry çû Enqerê û got; “Em li Idlibê bi Tirkiyê re ne.” Hema piştre Amerîkiyan li Hesekê li nuqteyên di destê dewleta Sûriyê de ne, dan. Emerîkayê bi vê helwesta xwe nîşan da ku di dîzaynkirina Sûriyê de wan rol daye Tirkiyê. Ji bo Kurdan jî peyama; hûn nikarin bi rejîmê re li hev bikin, da. Beriya êrişan bi rojekê Rêveberiya Xweser dabû xuyakirin ku bi rejîmê re dest bi hevdîtinan kiriye.

Ti eleqeya desteka Emerîkayê ji bo Tirkiyê û meseleya insanî bi hev re tine ye. Heke mesele koçberî be; va ji Efrînê bi sedhezaran Kurd ji ser axa xwe hatin derxistin. Dîsa li Serêkaniyê û Girê Spî jî bi sedhezaran mirov mecbûr man warê xwe biterikînin. Li şûna wan çete û malbatên çeteyan hatin bicihkirin. Yanî li wê derê xalîkarina herêmê ji Kurdan û siyaseta guhertina demografiyê tê meşandin. Emerîka û Ewrûpa li ber vê qirrkirinê deng dernaxin lê li Idlibê bi bahaneya meseleya mirovî li dijî rêveberiya Esed radibin û destekê didin rêveberiya Erdogan-Bahçelî.

Li vir armanceke siyasî heye. Ev jî; di dîzaynkirina Sûriyê de bikaranîna Tirkiyê ye! Li dijî vê jî Kurd û welatên Erebî bi hev re radibin. Lê Emerîka ne Kurdan û ne jî welatên Erebî tercîh nake, li şûna wan Tirkiyeya endama NATO’yê tercih dike. Hewl dide vê tercîha xwe jî bi bahaneya koçberî û meseleyên mirovî veşêre.

Statuya siyasî nas nake

Di vê derê de armanca dewleta Tirk ew e, di dîzaynkirina Sûriyê de bi bandor tevbigere û heke keysê lê bîne Idlib, Efrîn û Cerablûsê jî weke Hatayê bi ser axa xwe ve bike. Ji bo bigihe vê meqseda xwe jî ew amade ye ku bibe cendirmeyê Emerîka yê li Rojhilata Navîn. Jixwe endametiya Tirkiyê ya di nav NATO’ê de jî biwarê Rojhilata Navîn hinek ji bo vê ye.

Emerîka di polîtîkayên xwe yên li ser Kurdan de durû ye. Ew naxwaze ku Kurd li Sûriyê bibin xwedî statu û qezenceke xwe ya siyasî hebe. Jixwe heta niha peywendiyên xwe hemû di war eskerî û hêzên eskerî de birêve dibe. Ne li pêşberî dagirkeriya Tirkiyê dibe asteng, ne jî dixwaze Kurd bi dewleta Sûriyê re li hev bikin.  Gotina Emerîkayê ya digot; “Ez ê herêmên petrolê biparêzim” derket holê ku bi vê dixwaze pêşî li lihevkirina Kurdan û dewleta Sûrî bigre. Di esasê xwe de bi vê helweta xwe eşkere kir ku ew li Sûrî demokratîkbûnê naxwaze.

Li Sûrî ne rejîma li ser hikum, ne muxalif û ne jî dewleta Tirk demokrasiyê naxwazin. Ti projeyeke wan a ji bo demokratîkbûnê jî tineye. Jixwe çi hewldaneke siyasî ya ku dewleta Tirk di nav de be jê projeyeke demokratîkbûnê dernakeve. Ji ber ku ji demokratîkbûnê wê Kurd sûdê bigrin! Derdê Emerîkayê jî ne demokrasî ye, ew jî dixwaze li ser Sûrî hakimiyeteke xwe ya siyasî hebe. Bi zextên siyasî, eskerî û ekonomîk dixwaze rejîmê bike êsîrê xwe.

Ji bo çareseriyê bê proje ne

Tekane projeya demokratîkbûnê ya ku li Sûriyê wê bibe zemîna lihevkirinê ya Kurdan e. Proseseke siyasî û lihevkirineke ku Kurd jî bi awayekî bi bandor di nav de cihê xwe bigrin wê li Sûriyê pêşî li demokratîkbûnê veke. Dema ku dewleta Sûrî bi Kurdan re li hev bike wê mecbûr bimîne ku gavên ji bo demokrasiyê bavêje. Jixwe heta ku gavên demokratîkbûnê neyên avêtin wê Kurd jî bi dewletê re li hev nekin. Dema ku li Sûrî gavên demokratîkbûnê hatin avêtin wê tevahî aktorên siyasî yên talî jî têk biçin. Jixwe ji ber vê ye ku Emerîka dixwaze pêşî li lihevkirina Kurdan û dewleta Sûrî bigre. Ji ber vê sedemê ye ku roja desteka xwe bi Tirkiyê re deklere kir, rabû weke nîşaneya vê li Hesekê êrişî hêzên dewleta Sûrî kir. Hesekê di heman demê de bajarekî wisa ye ku Rêveberiya Xweser û hêzên QSD’ê li tenişta hêzên rejîmê ne.

Kurdên baş û Kurdên nebaş

Tê dîtin ku Emerîka li Rojava û li Bakurê Sûrî weke dewleta Tirk ew jî cihêxwaziyekê li dijî Kurdan dike. Ango ji hin Kurdan re dibêje baş ji hinan re dibêje ne baş. Kurdên ku xizmetê ji polîtîkayên wê re nakin ji bo wê Kurdên ne baş in. Dema ku dewleta Tirk dest bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî yên dagirkirinê kir, Trump ji bo Kurdan got, ew jî ne melek in. Wî diyar kir ku ji ber Kurd bi Rêberê xwe ve girêdayîne ji vê yekê aciz e. Tekane derd û daxwaza Emerîkayê ew e; dixwaze Kurdên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî di dîzaynkirina Sûriyê de bidin pey wî, lê bila nebin xwedî statuyeke siyasî!

Siyaseteke ne bi xêr

Kurt û kurmancî Emerîka naxwaze ku Kurd bibin xwedî statu û ji bo vê jî dixwaze Kurdên azad feda bike. Ew li pey hesabekî welê yê qirêj e. Jixwe nûnerekî weke Jeffry ku fikarên dewleta Tirk li ber çavan digre, di polîtîkayên Emerîkayê de xwedî bandor e. Di çarçova vê rastiyê de dema mirov li meselê binêre û mirov ji Emerîkayê der barê Kurdan de li benda kirinên baş be, wê ev safîtiyeke mezin be. Hemû kirin, hewldan û têkiliyên Jeffry ji bo Kurdan encamên ne bi xêr derxistin holê. Helbet wê paşeroja Sûrî ji aliyê Kurdan ve were diyarkirin ku xwedî hêzeke mezin a siyasî, civakî û eskerî ne û xwedî projeya çareseriyê ne. Elbet eger Kurd di xeta xwe ya sêyemîn de bi biryar meşa xwe dewam bikin û li ber xwe bidin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.

Bi wê bawerî û hêviyê ku tevahî hesab û polîtîkayên qirêj bi wijdanê mirovahiyê û berxwedana gelan têk biçin û bi bin bikevin.