
Şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedana bê hempa di serî de gelên Rojava û gelên herêmê ji komkujiya çeteyan xilas kirin û di nava dinyayê de bi heyraniyeke mezin tên şopadin. Wextê ku mijar dibe dewleta Tirkiyeyê ev yek diguhere. Şervanên YPG/YPJ'ê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê wekî "rêxistina terorê" hat dîtin. Dadgehê derbarê PYD'ê de biryareke ku di zagona TCK'ê de jî tune ye da. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk biryara skandal a dadgehê nirxand.
'Ev ne karê dadgehê ye´
Siyasetmedarê kurd û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tirk got ku kurdên li Sûriyeyê ji bo çarenûsa xwe misoger bike û xwe biparêze refleksek demokratîk nîşan daye. Turk anî ziman ku bêyî ku bibin amûr ji xweparastina cewherî pêk bînin xwe bi rêxistin kiriye. Turk gotinên serokwezîr û serokomar ên Tirk yên wekî "Tu cudatiya PYD û DAIŞ'ê ji hev tune ne. herdu jî rêxistinên terorê ne" bi bîr xist û got ku ew di nava tirsa gelê kurd statûyê bi dest bixin de ne û wiha axivî: "Siyasetmedartek dikare vê biryarê bibêje, lê dadger nikare bibêje. Ger ku bibêje ev felaket e."
'Divê wateya terorîzmê bê nîqaş kirin´
Turk anî ziman ku li cihê şer û pevçûn hebe pêkan e ku gelê kurd ji bo parastina ax û namûsa xwe hêza xwe ya leşkerî ava bike. Turk diyarkir ku mafê tu kesî tune ye ku ji ber PYD biryara xweparastinê girtiye terorîze bike û wiha berdewam kir: "Ev biryara ku dadgeha tirk girtiye encama feraseta nîjadperestiyê ye. Dadgerek li vir derbarê têkoşîna Rojava de biryarê bigire encama feraseta dijminatiya li hemberî kurdan e. Divê em êdî wateya terorîzmê nîqaş bikin, bê kî terorîst e? Gelo mafê dadgerên tirk ji bo tevgereke dinyayê li gorî xwe biryara terorîzmê bigire heye? Biryar û krîterên terorîzmê yên navneteweyî hene. Ev biryar biryareke pêkenok e. Ev dagerên ku li ber bayê nîjadperestiyê ketine ne rewa ne. Dager bi biryareke ku na karê wê ye civakê ji hev cuda dike."
'Tu wateya gefan nîne´
Turk bertek nîşanî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan a wekî "Dibe ku tiştên hûn xeyal nakin derkevin holê" da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev tiştên ku em xeyal nakin çi ne? Ev gel ma qey di 12'ê îlonê de zindan nedît? Ma bi kuştinên kiryar ne diyar an jî li meydanan di îşkenceyan de nehatin derbaskirin? Gelo tiştê ku em xeyal nakin çi ne? Em ew rûyê dewletê ku ev hemû tişt pêk anî jî dît. Ligel ev tiştên hatine jiyîn tu wateya gef li gelê berxwedêr bixwin tune ye."
DIHA/MÊRDÎN