Nobeda ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tê girtin, di hefteya 315’an de ye. Kurdistaniyên ji bajarê Kîel ê Elmanyayê hatî Yucel Akçîçek, Mahmût Haç, Şêxmûs Mûstefa û Egîd Şahîn Efrîn roja Yekşemê nobed dewr girtin.
Komê diyar kir ku gelê Kurd dixwaze Ocalan azad bibe û da xuyakirin ku heta bigihêjin armanca xwe wê çalakiya xwe bidomînin.
6 sal li pey xwe hiştin
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kir, hefteya borî 6 sal li dû xwe hiştibû. Bi wesîleya salvegerê, hevserokên saziyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) 5 rojan bûbûn nobedar. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî tevlî çalakiyê bûbû. Nûnerên partî û saziyên gelên Suryanî û Tirk, parlamenterê Îzmîrê yê HDP’yî Ertûgrûl Kurkçu û parlamenterên Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Hemo Emîn ê ji Tevgera Goran û Salar Mohammed ê ji YNK’ê destek dabûn çalakiyê.
Tevî hevserokên pêkhateyên KCDK-E, endamên PYD’ê jî hefteya bihurî nobed girtibûn.
ANF/STRASBOÛRG