Serkefitna HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi xwe re niqaş û etmosfereke girîng derxistiye holê û wê bi xwe re pêşketinên nû bîne. Ji xwe têra xwe AKP di vê hilbijartinê de teşhîr bûye. Bi taybet jî li hemû cîhanê AKP mîna hevkarê DAIŞ‘ê tê naskirin. Erdogan digot; “Kobanê ha ket, ha dikeve” lê di hilbijartinê de AKP ket. Ne tenê AKP ket, li herêmê mîna domîno hemû hêzên hevkarê wî jî dikevin. AKP hem di hûndûrê xwe de, hem di siyaseta Tirkiyeyê de û hem jî di siyaseta hermê de wê bikeve. Balkêşe serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul ji Ahmet Davudoglû di dipirs; “Qey tû wezîrê derve yê Misir û Suriyeyê yî?”. Wer xûya dike ku hîna jî derzên mezin wê bikevin nava AKP’ê.
Bi Ketina AKP re DAIŞ jî wê bikeve. Ji ber ku aliyeke baraja diktatorî ya ji aliyê HDP’ê ve hat hilweşandin û ji aliyê din ve her roj şervanên YPJ/YPG di paqijkirina Rojava ya ji çeteyên DAIŞ’ê pêşda diçin. Dema nivîsandina vê gotarê fermandarê YPG ku kordîneya yekîneyên operasyona “Pêngava Rûbar Qamişlo” dike ji çapemeniyên re ragihand ku ewê di kêliyên pêş de, mizgêniya paqijkirina Girê Sipî bi gelê xwe re parve biken. Girê Sipî derbeyeke din ne kêmî hilweşandina baraja diktatoriya ji sedî 10 e û li pey wê barajên din ên diktatoriya herêmê hilweşin.
Girê Sipî devereke stratejîk e ku dikarê mêzînên hêzê li herêmê biguherîne û destê Kantonên Rojava xurtir bike. Bi vê serkeftinê wê talûkeye DAIŞ’ê li ser Rojava zêdetir werê şikandin. Rojname navdar a Erabî Şerq ul Ewset nivîsandiye ku Erdogan ji pêşketina Kurdan bi fikar û li Girê Sipî li ser hesabê “Cîhadistan”. Rojnameyê cih da gotinên Erdogan ku dibêjê YPG Ereb û Tirkman derdixe, yekser partiyeke Tirkman bersivê Erdogan da û got tiştên dibêjê rast nîne. Gel bi taybet jî Erebên Girê Sipî ji bêzariya wan ji çeteyên DAIŞ‘ê û ji bo ku wan weke mertal bikar neyînin, ji herêmê derketin, lê Erdogan pêşiya wan girt û vekirî destek dan DAIŞ’ê.
Erdogan ji her kesî baştir dizanê ku ketina DAIŞ‘ê wê derbeyeke wisa be ji bo wan jî ku nikarê carêkî din bi ser xwe de werin. Ji ber ku hevalbendên wan di siyasetê de têkçûn, ne tenê di siyaseta hûndûrîn a Tirkiyeyê de lê di siyaseta wan a herêmê de têkçûn. Siyaseta ‘sifir pirgirêk’ bû sifir siyaset.
Çewa Kobanê û serkeftinên pey wê bûn sembol û modêla berxwedana li Rojhilata Navîn û cîhanê, HDPê weke modêla gelan û jinan ji bo afirandina jiyana nû derket holê. Van modêlên berxwedan û jiyanê wê di serîda bandorê li Başurê Kurdistanê bike. Hevalbendên AKP’ê li Başurê ji her demê zêdetir bikeven nava tengasiyê û wê bi modêla demokrasî werin dorpêç kirin.
Modêla diktatoriya serokayetiyê ya Erdogan têkçû û modêla demokratîk a HDPê serket. Wê şikestina AKP’ê bandora xwe li niqaşên li Başurê Kurdistanê bike. Gel piştî serkeftinên Rojava û Bakurê Kurdistanê rê nade ku li Başurê Kurdistanê di bin navê Kurdîtiyê de sîstemeke antî-demokratîk ava bibe. Lê li Başurê Kurdistanê pêdivî bi bereyeke demokartîk mîna HDPê heye.