Dengbêj Mizafer wekî neviyê derwêşan tê nasîn û jiyana xwe bi dengbêjiyê re hevpar kiriye. Piştî Mizafer li navçeya Dihê ya Sêrtê tê dinyayê hêj di temenê wî yê biçûk de malbata wî ji wir koçî gundê Celdeka yê girêdayî navçeya Qubîna Êlihê dike. Dengbêj Mizafer li vî gundî mezin dibe û ber bi çanda dengbêjiyê ve gav davêje.

Jiyana Mizafer li heremek ku di salên kevnare de wekî herema şerê eşîran Qubînê derbas dibe û li vir dest bi dengbêjiyê dike. Mizafer li wê heremê ji dengbêj Hecî Hadiyê Apikî û ji dengbêj Hecî Hemîdê Newalê, bi bandor dibe. Dengbêj Mizafer piştî têkoşîna azadiyê nas dike ji ber zext û zordariya dewletê rastî gelek êrîşên dijwar tê. Di sala 1995’an de ji aliyê leşkaran ve mal û hemû sermîyanê wî tê şewitandin. Piştî van zordariyên dewletê ew neçar dimîne ji gund koçber dibe û biçe navenda Êlihê. Ew niha bêtir piştî salên têkoşîna azadiya Kurdan nas dike zêdahî ne dengbêjiyek li ser şer û evînan, êdî hemû hestên wî li ser êrîşên Kurdan pêk tên dike kilamên dengbêjiyê.

Têkoşîna lehengan

Di sala 1993’yan de li herema gundê Şabê û Eco yê navçeya Hezoya Êlihê, li ser îxbara sûxuran leşker bi ser komek gerîla ya ji 6 kesan pêk tê ve digirin û pevçûnek dertê. Dengbêj Mizafer şahidiya vê pêvçûnê dike û li ser bîranîna gerîlayên PKK’î Ayten (Hêlîn), Binevş, Têkoşîn, Hêvîdar, Nesîbê Koçer û Kamuran kilamek derdixe û têkoşîna wan gerîlayan nade jibîrkirin. Her wiha dîsa li newala gundê Mîlikan ê girêdayî navçeya Hezoyê, di encama îxbar û pevçûnekê de gerîlayê bi nasnav Firok şehîd dikeve kilamek gelek dilşewat derdixe. Lê komploya ku herî zêde di dîroka Kurdan de li ser Mizafer bandora xwe çêdike komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn e. Mizafer li ser dîlgirtina Ocalan kilamek derdixe. Lê dengbêj vê kilamê di rojên girîng û taybet de vedibêje.

Kilamên dilbiêş
Dengbêj Mizafer herî dawî jî li ser şehadeta 15 gerîlayên jin ên HPG’î yên di 24 adara 2012’an de li Geliyê Şêx Cuma yê Hîzana Bedlîsê, di encama îxbara cerdevanan de şehîd ketin çêkiriye. Mizafer diyar kir ku ew vê kilamê diyarî dayikên 15 HPG’iyan û hemû dayikên şehîdan dike.
Mizafer diyar kir ku ew 64 salî ye û da zanîn ku wî berê dengbêjiyê nedikir û wiha got: “Min berê dengbêjî nedikir. Piştre hest û xeyalên min ên li ser dengbêjiyê hebûn û min dest bi dengbêjiyê kir. Ez li gundê Celdeka hatime dinyayê. Piştî mala me hat şewitandin ev 18 sal e hatime Êlihê. Ji bilî dengbêjên heremê dengbêj Zahiro jî li ser min hinek bandor kir. Ez heta dikaribim dengbêjiyê bikim ez ê bêjim û bîranîna Kurdan nedim jibîrkirin.” 

DÎHA/ÊLIH