‘Kilîs plana Erdogan e!’

Haberleri —

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya MED NÛÇE’yê de axifî û got, rêya muzakereyê di azadî û berxwedanê re derbas dibe û weha peyivî, “Bila kes xwe nexapîne, nekeve nava bendewariyan û bila xwe bi rêxistin bike.” Bayik bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê û got, “Berxwedana lehengî ya YPS û YPS Jinê, rastiya Erdogan û AKP’ê raxistiye pêş çavê civaka navneteweyî.”

Bayik têkildarî êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê got, “Ya ku li gel, li cenazeyan, li şehîdgehan, li bajaran hatiye kirin, ne kêmî Kobanê ye, jê girantir e.”

Bayik da zanîn, ku pirsgirêk bi tenê bi têkoşîna li nava parlamentê çareser nabe û axaftina xwe weha dewam kir: “Ev rejîm naxwaze pirsgirêk bi rêya siyaseta demokratîk were çareserkirin. Çawa ku darbe pêk anîn û 80 parlamenter daxistin 60 parlamenteran, niha jî dixwazin wan 60 parlamenteran jî ji holê rakin. Eger Erdogan û ekîba wî îro HDP’ê, HDK’ê hedef digire, sedema vê yekê berxwedana wan e. Li Tirkiyeyê muxalefeta rasteqîn ji aliyê HDP, HDK û hêzên demokrasiyê yên bi wan re, tê kirin. Rêya bi tenê; xwe bi rêxistinkirin û berxwedan e. Bila kes xwe nexapîne, kes nekeve nava bendewariyan. Bila her kes xwe bi rêxistin bike.”


Her tiştê li dij Kurdan mubah dibînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, çawa ku DAIŞ li dijî yên li derveyî xwe her tiştî mubah dibîne, Erdogan jî li dijî Kurdan her tiştî mubah dibîne. Bayik got, “Cenazeyên jinan tazî dikin û teşhîr dikin. Li hemberî vê yekê deng ji kesî dernakeve; ji bilî hêzên demokrasiyê. Li holê, rewşeke ji ya Kobanê dijwartir û girantir heye. Sivîlan, sewalên wan qetil dikin. Cenazeyan dişewitînin û parçe dikin.”


‘Berxwedan plana tasfiyeyê têk dibe’

Bayik got, “Li cihekî ku Cizîr lê qewimî, ji bilî berxwedanê divê tiştek nekeve hişê mirovan” û ev peyam da: “Heta ku berxwedan neyê bi ser xistin, şert û mercên muzakereyê naafirin. Ti kes wê nikaribe xwe ji polîtîkayên tinekirinê rizgar bike! Divê berxwedan bê xurtkirin. AKP dixwaze berxwedanê bêwate bike. Li naverastê plana tinekirinê heye... Lê plan têk çû. Berxwedana bi lehengî ya YPS û YPS Jinê, rastiya Erdogan û AKP’ê raxist pêş çavên civaka navneteweyî.”

Bayik êrîşa bi top û roketan a li hemberî Kilîsê jî nirxand û got, “Roket û topên davêjin Kilîsê ji aliyê Tayyîp Erdogan ve tên plankirin û bicihanîn. Divê gelê Tirkiyeyê bi vê zanibe.”


Bang ji bo Başûrê Kurdistanê

Bayik civîna Tirkiye û Sûriye ya li Cezayîrê bi bîr xist, ev hevdîtin şiband hevdîtina 1975’an û got, “Divê li dijî TC a li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkan dafirîne bê sekinandin û têkiliya bi berxwedana Bakur re were xurtkirin. Kurdê li hemberî vê yekê dengê xwe dernexîne, Kurdbûna wî bi guman e. Divê gel û rêxistinên Başûrê Kurdistanê nerazîbûnê nîşanî nameyên TC bidin. TC wê bajaran bişewitîne û xera bike, bi sed hezaran kesî koçber bike, mirovan qetil bike, cenazeyan parçe bike û wê li hemberî vê bêdeng bimînin! TC a ku name ji PDK û YNK’ê re şand, ji bo cîhana rojava bixapîne ev kiriye. Mîna ku ‘vaye navbera min û Kurdan baş e’ nîşan bide û rojava bixapîne.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN 


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.