Di van demên dawiyê de bi giranî biwêja “kimyaya dewletê yan jî a AKP xirav bû“ tê bikaranîn, bi dîtina min kîmyaya wan jixwe ji elementên ne asayî û ne lihevkirî, bi awayekê ji hemû rê û rêbazan der hatibû amadekirin. Yanê bingehê vê kîmyayê xirav bû. Li ser xwîn û keda gelan, li ser talana çandî û înkarê, li ser axîn û hawara gelan, li ser biṣaftin û helandinê pêkhatibû. Lema bi her lêdana gerîlayan re, elementeke vê kîmyayê, jê diqete, diteqe, di ser wê pêkhatinê de belav dibe, mêjiyê kîmyagerên wê tevlihev dibe.
Dema mirov li kîmya AKPê dinêre, bi hêsanî dibîne ku ew ji elementên dejenerekirî yên wek sentêza Tirk-îslam, sermaya talanê, fetulahiyên di afirên MITê de mejîṣuṣtî, akinciyên bi xewnên Abdulhemît û Alpertungayê talanker û xwînxwar, ulkucu û MHPeyîyên herî bêwîjdan û destên wan di nava xwîna bêgunehan de, hizb-ul kontra û kompradorên Kurd ên di pêṣa mêtîngeran de sunetkirî, taṣeronên NATOyê û rantxwir, paṣverûtiya Rojhilata Navîn pêk tê. Gava elementê vê kîmyaya zexel bi lêdana gerilayan ji hev dikeve, her çendî kîmyagerên wê dixebite ku elementê ketî wek pisikan li ser piyan bixe jî, ji ber wê kimyaya têklihevbûna xirab ji hev bela vela dibe. Ev jî hinan matmayî dihêle.

Elementê herî xirab jî ew qaşo pêşeng e
Avahiya vî elementê pêṣeng: Ji bo ku ez bikanim psikolojiya wî mirovê Kasimpaṣayî yê ku nav TR. Erdogan e, piçek binirxînim, min çend caran bala xwe bi awayekî hûrkolînî da axaftin mîmik, retorîk û tevgera wî ya bedenê. Di kêliya axaftinê de hemû rastiya xwe ya ne kemilî, ji entelî û sincê tu sûd wernegirti wekî neynikê dide der. Xuyaye ku di zaroktiya xwe de navê “Nutuq” a kalê xwe (Ataturk) bihîstiye. Lema di her axaftina xwe de ji bo ku bikane xwe mezin nîṣan bide, bi nûtuqê dipere. Carnan ji hin navdaran çekûyeke helbest xwendin jî ne hunera wî ye; ya ji bo ku xwe zana nîṣan bide, yan jî ṣêwirmendê wî wisa aqil didinê.
Kêliya dengê çepikên guhdar û temaṣevanan jî dibîhîse, bi agahiyên ne rast dikeve nava sîngê kemîna derew û viran. Gelek caran gotinên xwe yên çend roj berê, pirrê caran di nava heman axaftinê de gotinên xwe yê gotî ji bîr dike û di têla “BAM” de lêdide. Ji ber bêbaweriya di giyana xwe de tengasiya wî ya bikane tevgerên wî kontrol bike, heye. Di dema axaftinê de gotin û mîmikên wî di dijayetiya hev de ne. Destlibakirin û xwe hejandin jî, bi pirranî, çawa ku ne di kontrola wî de be.
Ji ber kompleksên xwe yên ji kêmasiya entelektuelîyê, ji ber ne di kemilandina wî erk û meqamê ku ew lê de ye, da ew xwe di nava cubeyê padîṣahîyê de dibîne, ji egera xwe wek pêṣengekî emperaylî dîtinê, nikane tu rexneyî bipejirîne, ditirse ku ew pûṣ û peṣûya wî ya rast derkeve, lema bi perê rantê û tehdîtan çapemeniya bi ṣolika Babî-alî mezinbûyî ditirsîne û nahêle kû rastî derkevin.
Lîteratûra ew bi kar tîne jî, cih û kolanên ew jê hatiye bi tevahî li ber çavan radixîne. Dema mirov çend mînakan ji lîteratûra wî bigire rastiya wî dibîne: “Bê ṣeref, nizmketî, bê edep, bêbext, namert, ku wiha nebe ez namerd im! Dengên wan bibirin. Û hwd. Tim bi lêbangiyeke (hîtab) êriṣkar, fermanî û tewanbarkirinê derdikeve pêṣ kamereyan. Ku psîkolog xwe ṣaṣ bikin û carê wê derûniya wî binirxînin, dê ji bo wî peyvên gelek xirabên wek narsist, psîkopat uwd. bikarbînin.
Ji ber vê karektera xwe jî, mirovên diṣiben xwe li dora xwe civandiye. Wezîrê wî yê karê hundur I. Naim Ṣahîn ku bingehê kabîneya wî ye, gotinên kuçeyên herî xirab bikartîne, wek minak  “Ezê wan nivisan têkim kudera wan!”Gotinên Naziyên faṣîst ji devê wî nakeve, wek mînak: “nîgarkêṣî û pirtûk ji bombeyên terorîstan talûketirin!”
Bulent Arincê ku carna qaṣo rola kesekî kemilî û polîsê baṣ werdigire jî, ne yek kêm ne yek zêde heman tiṣt e. Çi got: “Kurdî ne zimanê ṣarestaniyê ye! Bedela standina vî welatî xwîn e!” Husen Çelîkê ku wek maskot di bin çengê wî de ye jî got “Em ji bo mirina du Mehmedan nacivin!” Tew hewce nake ku mirov behsa wê Jinika parlementerî dizî, li gel wê ew jina nav Ṣahîn a ku parlamanê wek axpîna bavê xwe dibîne û parlementerên Erdogan yên din bike, lewre hemû bi pirsgirêk in. 
Ango mirov bi kîjan aliyê ve rewṣa dewletê, AKP û ṣefê AKPê dinirxîne, binirxîne, dibîne ku bi rastî jî hemû elementên kîmyaya wan pêkaniye xirab û bêkêr in. Lema jî, mirov nikane bibêje kîmyaya wan nû xirav bûye, lewra gava mirov wiha bibêje, tê wê wateyê ku kîmyaya wan û bingehê kîmyaya wan berê baṣ bû, lê hingiya lêdan û elementê din tevê kirin xirav bû. Na dijê wê, kîmyaya wan û hemû elementê kîmyaya wan pêkanîbû xirav bû, bi zorê li hev anîbûn, lema bi lêdanê biçûk ji hev bela vela dibe. Ango lêdan û perdeya li ser rûçikên wan rakirin, rastiya wan li ber çavan radixîne.