Di nava çend rojên vê dawiyê de rayêdarên hikûmeta Tirk daxuyaniyên xwe yên li ser ‘pêvajoya çareseriyê’ zêde kirin. Di çapemeniya Tirk de jî pirr analîzên derbarê vê mijarê hatin weşandin. Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay bahsa amadekirina nexşerêyekê kir û got di hundirê meha îlonê de ew ê bê temamkirin. Him di daxuyaniyan him jî di analîzên çapemeniyê de pêvajoya çareseriyê tenê wek çekberdan û ji çiyê daketina gerîllayên PKK’ê tê pêşkêşkirin.

Hikûmeta Tirk pêvajoya aştî û çareseriyê wek, “vekişîn, çek berdan, vegera malê û tevlîbûna jiyana normal a gerîllayên Kurd” formûle dike û raya giştî jî bi vê ferasetê motîve dike..
Tu kes qala perwerdeya bi zimanê Kurdî, serbestberdan Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên Kurd ên siyasî, vegera gundan, li Bakurê Kurdistanê xurtkirina rêveberiyên herêmî û pêşxistina xweseriya demokratîk û bona vê yekê jî guhertina bi lez a Qanûna Bingehîn nake.
Wer xuya ye ku dewlet û Kurd ji çareseriyê tiştên cûda fam dikin. Ev helwest nîşan dide ku hikûmeta Tirk hên jî pirsgirêka Kurd bi eqlê berê hiltîne dest û di serê wan de tu planên cidî yên bona çareseriya pirsgirêka Kurd tune ye.
Jixwe gotin û pratîkên wan jî vê rastiyê radixe ber çavan. Li Lîcêyê binpêkirina peykerê fermandarê Kurd Mahsûm Korkmaz (Egîd) ya ji hêla leşkerên Tirk ve ‘çareseriya’ hikûmeta Tirk çi ye; pirr zelal îfade dike. Wezîrê Karên Hundirîn Efkan Ala di derbarê çêkirina peykerê de doz vekir, lê di derbarê gulebarandina leşkeran a bi ser xelkê û kuştina ciwanê Kurd de tu doz venekir. Beşîr Atalay jî got, “ji bo pêşigirtina hewldanên mîna çêkirina peykeran çi lazim be dewletê wê bike!..”
Hikûmeta jiber pêşketinên li Sûriye, Rojava û li Iraqê pêk tên û li hemberî van pêşketinan, bihêzbûna PKK û dîplomasiya Kurdî, xwe mecbûr dibîne ku bahsa çareresiya pirsgirêka Kurd bike. Yanî bêdil e...
Bandora siyasî ya hikûmeta Tirk îro li Rojhilata Navîn û li rojavayê cîhanê di asta herî nizm de ye. Îtîbara Serokkomarê Tirk ê nû Recep Tayyîp Erdogan jî herwiha li derveyî Tirkiyeyê qet nemaye. Xelk û alem hikûmata Tirk wek hevkarê organîzasyona cîhadîst Dewleta Iraq-Şamê (DAÎŞ) ya ku serê bihezzaran însanan jê kiriye û bûye bela serê tevahiya mirovahiyê dibîne...
Li beramberî ev rewşa hikûmeta Tirk, îro herkes bahsa têkoşîna Kurdan a bêhempa ya li dijî rêxistina kujerên hov DAÎŞ’ê dike. Dîplomasiya cîhanî bahsa derxistina navê PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ dike û çapemeniya cîhanî qehremaniya şervanên keç û xort ên Kurd dinivîse. Herwiha têkîliyên rêxistinên Kurd ên her çar parçeyî gîhiştiye asteke bilind û Kurd êdî qala arteşek û parastina neteweyî, kongreya neteweyî û dîplomasiya neteweyî dikin. Sînorên di navbera beşên Kurdistanê de bi pratîkî bêmane bûne. Li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê sînorên parçepareziyê jî ji hiş û dilê Kurdan radibe. Îro PKK jî ne tenê hêzeke Bakurî û tenê hêzeke leşkerî ye; him siyasî him jî leşkerî hêzeke Kurdistanî û navneteweyî ye!..
Yanî bandora siyasî û ya dîplomatîk a dewleta Tirk çiqas teng û kêm bûye, berovajî bandora Tevgera Kurd a siyasî û askerî jî li Kurdistanê û li Rojihalata Navîn ewqas fireh bûye. Her ku diçe bandora paradîgma PKK’ê ya wek “Ji Rojhilata Navîn re Demokrasî û ji Kurdistanê re Azadî” jî bandorê li xelkên Rojhilata Navîn giştan dike.  
Li hember van pêşketinan, gotinên rayedarên Tirk ên mîna, “armanca pêvajoya çareseriyê bêçekkirina PKK’ê ye” wek gotinên bê mane ne. PKK ya ku ew qalê dikin êdî li holê tune ye û li şûna wê PKK’yeke wek aktorekî siyasî yê navneteweyî heye.  Yanî, kincê ku ew di hişê xwe de dixwazin li Kurdan bikin, ne li PKK’ê û ne jî li Kurdan tê.
Rayedarên Tirk bona aştî û aramiya xelkên li Tirkiyeyê giştan divê çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî rasteqîn û cidî hilînin dest. Divê bê zanîn ku êdî xeynî gavên pratîkî, tu gotin û qaşo nexşerêyên wan êdî Kurdan naxin nav heyecanê...