Zilm, zor û eşkenceyên li zindanên dewleta Tirk can distînin. Girtiyê nexweş Kinyas Gulcan ê 59 salî yê ku di zindana Patnos a Tîpa L´yî de bû û 6 roj berê ew rakiribûn Zanîngeha Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê rehmet kir. Kinyas Gulcan di sala 1993’an de hatibû girtin û 10 salan girtî mabû. Kinyas Gulcan di 1’ê Îlona 2018’an de bi îddîaya ku ‘alîkarî daye rêxstinê’ hatibû girtin û 6 sal û 3 meh ceza dabûnê. Gulcan 6 roj berê ji ber ku bedena wî enfeksiyon girt, ew rakirin nexweşxaneyê. Girtiyê nexweş doh êvarê li nexweşxaneyê rehmet kir. Rêxistina HDP’ê ya Wanê û parlementerên HDP’ê jî hatin ber nexweşxaneyê. Kurê wî Mehmet Gulcan li ser mijarê peyivî û got, “Bavê min gelek caran anjiyo bûbû. Gelek nexweşiyên wî hebûn. Piştî ameliyatan bedena wî enfeksiyon girtibû. Ji bo  bavê min di hepsê de nemîne, me gelek serlêdan kir. Bavê min 6 rojan li vê derê li qawîşa girtiyan maye û kes pê re eleqedar nebûye. Piştî sê rojan bijîşk hatine ew birine beşa zêdemiqatebûnê.” Tê payîn ku wê cenazeyê Gulcan li gundê Panîgê yê Îdirê were veşartin.

 

WAN