Cîgirê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji bo hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê behsa hinceteke ecêb kir:” Herêmên artêşa Tirk dagir kirine di bin berpirsiyariya Hikûmeta Federal a Iraqê de ne!”

Cebar Yawer bersiv da pirsên RojNews ên têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê.

Yawer îddîa kir herêmên Behdînan, Soran û Sîdekan ên Herêma Kurdistanê ku artêşa Tirk li hinek noqteyên wan bicîh bûye û êrîşên xwe didomîne, ne di bin kontrola hêzên wan de ye.

Li wan herêman nînin!

Cebar Yawer got ku hêzên pêşmerge li wan herêman nînin û berpirsyariya parastina wê herêmê avêt stûyê Hikûmeta Federal a Iraqê. Yawer îdia kir ku ew herêm di bin berpirsyarî û kontrola Hikûmeta Federal a Iraqê de ye û wiha axivî: “Ne hêzên girêdayî wezareta pêşmerge ne jî ti hêzeke din li wan herêman nîne. Tenê polîsên federal yên parazvanî (nobedar) girêdayî hikûmeta Iraqê li wan herêmên ser sînor hene. Ew herêmên ku liv û tevger lê hene li derveyî herêmên ku dibin kontrola hêzên me de ye.”

Lê, heya niha bêdeng e!

Yawer ku xwe ji berpirsyariya parastina van herêmên Kurdistanê dide aliyekî, hikûmeta Iraqê jî rexne kir û dibêje: “Li gorî qanûnan erka parastina bejahî û behrê erka hikûmeta Iraqê ye. Lê, heya niha bêdeng e û ji nebihîstî ve tê.”

Girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye

Hêjayî gotinê ye navçeya Sîdekan ku niha beşeke wê ya girîng ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye û ev parêzgeh jî dibin kontrola Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de ye.

ROJNEWS / SILÊMANÎ