Di 5´ê Gulanê de 4 welatên Ereb li dijî mîrgeha Qeterê biryara ambargo û birrîna têkiliyên siyasî û aborî da. Erebistana Siûdî, Misr, Yekîtiya Mîrgehên Ereb û Bahrînê diyar kir ku ew ê vê ambargoyê li dijî Qeterê bi dawî nekin, heta ku ev welat siyaseta xwe ya dijmane li dijî wan neguhere, têkiliyên bi Îranê re û destekdayina rêxistinên terorîst nebirre.
Divê were gotin ku bingeha vê kirîza bi Qeterê re vedigere beriya 20 salan û bi taybetî sala 1995´an dema ku Hemed Bin Xelîfa El-Tanî li dijî bavê xwe Xelîfa Bin Hemed El-Tanî darbeyeke eskerî pk anî û ew ji ser textê desthilatdariyê anî xwarê. Ev yek li xweşiya hemû welatên ereb yên bi sîstema Qraltî û mîrgehê bi rê ve diçin, neçû. Ji wê demê û heta niha Qeterê siyaseteke cuda ji ya welatên Ereb yên Kendavê meşand.
Li gorî hin çavkaniyên nêzî cihê biryarê li Erebistana Siûdî, dê li himberî hikûmeta Qeterê ti gav bi paş ve neyên avêtin. Eger Qeter di helwêsta xwe de bi israr be, ambargoya diplomasî û aborî wê were xurtkirin û hewl bête dayîn ku Qeter di warê aborî de rastî kirîzeke dijwar were û nema karibe medyaya xwe û dostên xwe yên derve fînanse bike. Ji bo vê yekê DYE´yê jî lampeya kesk vêxistiye û destûra xwe daye. Her weha, ji bo darbeyeke ji hundirê malbata El-Tanî/baskên li dijî mîrê niha, amedekarî hene. Di vê navberê de Qeter wê ji yekîtiya Ereban bête avêtin. Zextên mezin li ser hemû dezgeh, holding û firmayên navneteweyî wê bêtin çêkirin da ku têkiliyên xwe yên aborî bi Qeterê re bibirrin. Her weha El-Jazeera TV wê ji ser frekansa weşana Nilsat û Arabsatê bête derxistin. Li ser asta navneteweyî, li hemû dadgehan dozên desteka terorê wê li dijî Qeterê bêtin vekirin. Pereyên Qeterê yên di bankayên Ereban de, dê dest li ser wan bête danîn.
Bi kurtî, hewl dê bête dayîn ku Qeter di demeke kurt de bê bêbandor kirin û hêza wê ya aborî û finansê têk biçe. Bi vê yekê re, paytext Dawha ji bo çarserseriyeke siyasî neçare nermtir bibe. Eger ev siyaset encamê nede û Qeter hîna bi rola xwe ya berê rabe. Têkiliyên xwe bi Îran û Îslama siyasî re xurt bike û bi pêş ve bibe, peymana xwe ya eskerî bi AKP´ê re xurt bike, îhtîmala şerekî eskerî li hemberî wê ne dûr e. Bi taybetî Misr û Erebistana Siûdî wê tercîha mudaxeleyeke eskerî bikin. Jixwe, çekên Emerîkî dê têra vî şerî bikin! Misr jî dikare bi rêya alîkariya Erebistan Siûdî ji kirîza xwe ya aborî derkeve. Ji bo vê qonaxa nû ya şerekî li heremê, li dijî Îran û Şîiyan, lê li Qeter, Yemen û Sûriyeyê, Mihemed Ibn Selman ê 35 salî ji bo rayedariya Erebistana Siûdî tê amedekirin.
Di siberojê de têkiliyên Ereban dê bi AKP û Erdogan re xerabtir bibin. Ev yek dikare bandora xwe li rewşa Sûriyeyê û Rojava jî bike. Welatên Ereb dikarin li hemberî AKP´ê derkevin û terciha çareseriyê li Şamê bikin. Jixwe, di vê dema dawî de têkilî bi MSD´ê re hatin danîn û ji bo Rojava û PYD´ê cih di medya Ereb de hat veqetandin. Qeter û Tirkiyeyê gelek xerabî û tevlihevî li heremê kirin. Bûn berpirsyar ji vê tevliheviyê û hebûna hêzên terorê yên mîna DAIŞ û El-Nûsrayê. Eger welatên Ereb, di serî de Misr û Erebistana Sûdî bixwazin rê li ber siyaseta van welatan bigirin, ew dikarin ji bo aştiyê û çareseriyê bi roleke baş û bi bandor li Sûriye rabin û ji bo wan Rojava wê alîkar be. Divê ew hêza QSD´ê nas bikin û ji bo wê alîkar bin û awayê Federaliya Rojava erênî bibînin.