Doh li bjarê Rojhilatê Kurdistanê, Kirmaşanê erdhejek e bi pileya 5.9 qewimî û tê de 25 kes birîndar bûn. Herwiha tê gotin ku çend gund jî rûxiyane.

Erdhejeke bi pileya 5.9 Rojhilatê Kurdistanê hejand û heman erdhejê gelek bajarên Başûrê Kurdistanê yên nêzî sînorê Rojhilatê Kurdistanê jî hejandin. Li gorî agahiyan, herî zêde ziyan gihaye parêzgeha Kirmaşanê û hin deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniya Waliyê rejîma Îranê li Kirmaşanê, Huşeng Bazwend, heta niha hatiye tesbîtkirin ku 25 kes birîndar bûne. Her wiha tê ragihandin ku çend gund jî rûxiyane. Herwiha gelek avahiyên li bajarokên Selas û Bawecan rûxiyane.

Tîmên rizgarkirinê ji bo herêmên erdhejê hatine şandin.

Li Başûrê Kurdistanê jî li Germiyan, Helebce, Silêmanî, Raperîn û Derbendîxanê erdhejiya.

KIRMANŞAN