Li xwe nadin qebûl kirin ku hêzek Êzîdiyan a xwe bi xwe mezin dibe û bi hêz dibe, lewra jî hemû fitne û pilanên xwe yên qirêj didin meşandin. 

Şervanên YBŞ’ê yên ku malên wan li kampên Başûr in, dema diçin malên xwe di bendên kontrolê yên PDK’ê re derbas dibin. Ev jî li ser jiyana her şervanekî metirsiyek mezin çêdike. Ji ber her şervanekî dema ji aliyê PDK’ê ve hate îspatkirin ku YBŞ’eyî ye, tê girtin, gefa kuştin lê tê xwarin, diavêjin zindanê êşkence dikin, di dawiyê de bi zorê ajantî û sixûrtiyê pêşniyarê ciwanên Êzîdî dikin.

Ji bo ku YBŞ belav bibe û mezin nebe û YBŞ di nava gelê Êzîdi de were reşkirin, îstixbareta Parastin a PDK’ê ketine nav liv û tevgerê. Her wiha xêrnexwazên Êzîdiyan jî ketina nava tevgerê. Yek ji van nimûneyan jî Z. X.R. eslê xwe ji gundê Koço yê girêdayî Şengalê ye, dukanek wî ya tiştên bi komî (cumle) li bajarokê Sînonê yê Şengalê hebû.

Li navenda Meclîsa Avaker a Şengalê bi amadebûna Meclîsa Avaker a Şengalê, Meclîsa Jinên Êzîdî yê Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzîdiyan (PADÊ), Oldar û zanayên mezin yên Êzîdiyan platforma wî li hember gel çêbû.

 

Behsa karê ajantiyê kir 

Z.X.R çawan ketiye nava îstixbareta PDK’ê  wiha vegot: “Dema min tişt dibir Rojava li bajarokê Rebîa yê Mûsilê ji aliyê îsitxbareta PDK’ê  ve hatim girtin, lê min destpêkê ne dizanî girêdayî PDK’ê ne. Ji ber tenê min tişt birine Rojava, 8 mîlyon Dînarê Iraqê (nêzî 6 hezar û 400 dolar) ceza li min birîn. Min ew pere li deriyê Îbrahîm Xelîl yê navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê razand. Dema ez çûm min ceza xwe da, kaxezek dan min, piştî wê êdî min di Barê de ango bendên kontrola YBŞ’ê de tişt dibir Rojava. Berpirsê giştî yê Pêşmergê Rojava (Çekdarê PDK’ê) û bajarokê Rebîa bigire heya xeta ava Dicle ye, hemû tiştên diçûn Rojava agahayiyên wî pê heye û kesên bê wî jî diçe tên cezakirin û di avêjin zindanê. Piştî vê girtina êdî karê îsitxbaratê PDK’ê da min.”

 

‘Ajanan dişînin nava YŞB/YJŞ’ê’

Z.X.R nav û sîstema karkirina îstixbareta PDK’ê (Parastin) yek bi yek anî ziman: “Asayîş û kesên girêdayî C. karê revandina gerîla û şervanên YBŞ/YJŞ’ê dike. Berpirsek asta jor yên PDK’ê li Şengalê, kesan ji nava YŞB direvînin, digirin û her wiha destûr nadin tişt ji şengalê were-biçe Rojava. Îstixbareta Parastin ajanan rêxistin dikin û dişîn nava YŞB/YJŞ’ê de. Van karan hemiyan îstixbareta Parastin a PDK’ê dikin. Hemû jî girêdayî C. ne.”

 

‘Beşdarî nava YBŞ’ê asteng dike’

Z.X.R destnîşan kir ku berpirsyarên PDK’ê yên li Şengalê zext û zorê li gel dike ji bo karekî nekin û wiha got: “Destûr nadin ciwan û keçên Êzîdiyan tevlî YBŞ/YJŞ’ê bibin. Ji şervanan re dibêjin werin gel me, em tiştek we nakin, li we naxin û kar bidin we. Lê dema dibin jî diavêjin zindanê. Li wir êskence dikin, hinekan dikin ajansa û dişînin nava şervanên YBŞ’ê, hinekan jî dikin çekdarên PDK’ê. Kesên bizanibin nava YBŞ de ne dema diçin Dihokê ji aliyê PDK’ê ve tê digirin û di avêjin zindanê.”

Z.X.R hedef û armanca wan karên îstixbaretî yek bi yek ravekir û wiha got: “Ji nava YBŞ’ê şervanan birevînin, YŞB lewaz bikin, zextê li gel bikin ji bo neçin YBŞ, asayîşa PDK’ê jî aliyê lojîstik û hwd jî astengî çêbike ji bo derbasî Şengalê nebe.”

Dema Z.X.R dixwest şervanekî li bajarokê Xanesorê ya Şengalê birevîne ji aliyê Hêzên Taybet a Êzîdîxanê ve hate zevt kirin.

Belgeya ku Z.X.R bi xwe îmze kirî û kiryarên xwe yên ajantiyê îtiraf kirine di platformê de hate xwendin. Piştre zane û  oldarên Êzîdiyan daxwaz ji YBŞ-YJŞ’ê, gel û kesên platformê de kirin were efû kirin.

Li ser vê yekê di dawiya platformê de biryara berdanê hate girtin, lê bi şertê ku Z.X.R nekeve axa Êzîdîxanê. Bavê wî û oldarên Êzîdiyan bûn kefîl li ser vê esasê kesê bi navê Z.X.R hate berdan.  


RIZGAR DENÎZ / ŞENGAL