Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak li ser xwarinê, bang li her kesî kir û xwest li hemberî zext, zordarî u komkujiya li dijî gelê Kurd dengê xwe bikin yek. Kişanak, destnîşan kir ku bi komkujiya li Roboskiyê dixwaze çavê Kurdan bitirsîne û wha got: "Divê her kes li hemberî vê yekê rabe ser piyan. Divê her kes bertekên xwe bîne ziman û di ber xwe bide.”
Kişanak, bal kişand ser girtina Îlker Başbug û wiha berdewam kir: "Di doza Andiç Serokwezîr Erdogan berpirsiyar e. Em wekî gelê Kurd û BDP hezar caran ji vê yekê dozdar in. Doza me doza gelê mafdar e. 17 hezar kuştiyên kujerên wan nediyar hene. Ev doza mirovahiyê ye. Ger ku Erdogan jî bê girtin û biçe cem Başbug, wê çaxê, em ê bêjin daraza serbixwe heye. Cihê Erdogan li gel Başbug e. Kengî Erdogan hate girtin wê hingê wekhevî, aşitî, demokrasî û daraz pêş bikeve.”
ANF/RIHA