Li vir Elmanyayê zarokên dest bi pola yekê dikin, her yek kîsikekî rengîn ê hundirê wî bi şîranî, lîstok û tiştên dibistanê dagirtî hembêz dikin. Bi tevî dê, bav, kal û pîren xwe diçin li ber deriyê dibistanê radiwestin, bi dêlindezeke taybetî dest bi pola yekem dikin. Ev awa destpêk ji bo motîvekirin û teşvîkkirina zarokan çalakiyeke pir baş û giranbiha ye. Li gor daneyan bikaranîna vî kîsikê dibistanê (Schultüte) beriya dused salî li bajarên Jena, Leibzig û Dresdenê dest pê dike, pişt re li tevahiya Elmanyayê belav dibe. Ev kevneşopî derbasî hin welatên din jî bûye.

Ev mijara kîsik dest nîşan dike ku çima Elmanya welatekî wisa pêşketiye. Dused sal berê zarokên wan bi kîsikan dest bi dibistanê kirine. Li dever û welatên perwerdeyeke pêşketî hebe, di her warî de pêşketin jî dibe. Dused sal berê li welatê me dibistanên heyî jî bi jehra Osmanî û Farisan dagirtî bûn. Hin medreseyên wek Medresa Sor ne tê de, di piraniya medreseyan de jî tenê li gor polîtîkaya paşverûtiya feodalizmê û ya dînî di serê zarokan de dihat çandin.

Ev nêzîkê sed salî ye jî, li Bakurê Kurdistanê derewên dîroka Kemalîzm a li ser viran hatî damezrandin, qaşo anane û wêjeya Tirk a talanê, komkujiyên wek mafdariya serkariya Tirk hatî nîşandayîn, çand û muzîka berhemên diziyê, Kurd û rastiya Kurd înkarkirin. Bi gotineke kurt bişaftineke kor a bêwîjdan li dibistanan di mêjiyên zarokan de bi xwînê tê çandin. Li Başûr û Rojava jî dîroka Baasîzma qopyeke herî xirab ya Kemalîzmê bi şûrê dîn û îmanê di mejiyê zarokan de dihat bicihkirin.

Lewma barê têkoşînê, barê Tevgera Azadiyê pir giran bû û hê jî giran e. Gel şiyarkirin û pejirandina rastiyan li ser gel, xistina wan a nava tevgerê, ji her karî dijwartir e. Ev di warê perwerdeya ziman de wek girêka kor e. Bi taybetî jî gelek caran Kurd bi navê; bila keça /kurê min di Tirkî, Erebî, Elmanî, Fransî û û de serkeftî be, xwe û zarokên xwe ji zimanê xwe, zimanê dê û bavê xwe dûr digirin. Lê ne haydar in ku bi rastiya zarokên xwe bi kesayetiya zarokên xwe, dilîzin. Piraniya kal û pîran neviyên xwe, nevî jî kal û pîran fêm nakin. Yekê zimanê dê û bavê xwe bi zarokê xwe nede fêrkirin, ew ji dê û bavê xwe şerm dike, ev jî dibe heremzadetî. 

Têkçûna her zimanî; têkçûna çandekê, têkçûna têgihîştinekê, têkçûna dîrokekê, têkçûna hemû nirxên di pêvajoya hezaran salan de pêkhatine ye. Dagirker vê rastiye baş dizanin, lewma bi hatina vê faşîzma dînî re, ew dibistan û dersxaneyên Kurdî, rojname û înstîtûtên Kurdî bê boneyekê berdest girtin. Yanê berê êrişî ziman kirin. Ev tê wê wateya li ziman xwedî derketin li xwe xwedî derketin e, li dij dagirkeriyê derketin e.

 Dibe bi sedan caran hatibe çendbarekirin ku zimanê dayîk û perwerdeya zimanê dayîkê ji bo kesayetiyeke bijûn ya zarokan, ji bo di ziman û dersên din de serkeftina zarokan divêtî û hemaneke herî bingehîn e. Lê divê mirov vê rastiyê bê navber bêje.

Kurd herî zêde li Elmaya, di nava Elmanyayê de jî bi piranî li eyaleta Nord Rhein Westfalien dijîn. Vê hefteyê dibistanên vê eyaletê dest bi sala perwerde dikin. Wê li vê eyaletê jî dîsa piraniya zarokên Kurd bê dersên zimanê dayîkê bimînin. Di rastiyê de li vê eyaletê derfetên dersên zimanê dayîkê hene, heke dê û bavên Kurd bixwazin xwedi li zimanê xwe derkevin, bingehekê ji bo perwerdeya zimanê xwe û siberoja xwe deynin, li her dibistanên vê eyaletê dikare dersên Kurdî werin dayîn. Lê mixabin ku dê û bavên girîngiya perwerdeya zimanê dayîkê têdigîhîjin, saziyên ji bo perewerda zimanê dayîkê bi dil dikevin nava çalakiyeke, pir kêm in. Dema mirov behsa perwerdê dike, piraniya Kurdan jê zimanê Tirkî, Farisî û Almanî têdigîhîjin. Mîna ku ew ne tişt bin, zimanê xwe jî tiştek nahesibînin.

Ji zimanê xwe revîn, zarokên xwe neşandina dersên zimanê dayîkê tenê di nava Kurdan de di rewşeke kronîk de ye. Hele cîraneke wan ê Tirk, Ereb hebe, yan jî mamosteyê Elman bibêje; ‘Muss!’ êdî lerzîn bi canê dê û bavê Kurd dikeve, Dema mamosteyê dersa Kurdî dibîne, ya rûyê xwe diguherîne, yan jî dibêje; ‘Zarok naxwaze ez çi bikim!’ Ma zarok dixwaze here dibistanê, dixwaze here dersa zimanê Tirkî? Tu çima wan dişînî wan dersan? Wîjdan, wîjdan!