Payiz Tursun pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Payîza emrê min, buhara dilê min” bi zimanê Kurdî çap kir. Payiz balê dibe ser qedexekirina zimanê dayikê û dibêje; “Divê em qedexeyan nas nekin û zimanê xwe li her warî bi ruh bikin.”

Payiz Tursun tevî kitêba xwe ya şiiran “Payîza emrê min, buhara dilê min” li Fûara Kitêban a Amedê a 7´an bû. Payiz a ji Licê ya 56 qet neçûye dibistanê, lê bi xwendina ji derve ve ew giha asta zanîngehê. Payiz derbarê jiyana xwe de dibêje; “Min bi xwe hewl da û ez fêrî nivîsa Kurdî bûm.”

   

Derengmayîna min payîz e

Payiz rewşa Kurdî û cihê xwe gihandiyê jî bi anektodekê dibêje, “Heyîna me qedexe bû. Dema ez di nexweşxaneyan de bi zimanê xwe diaxivîm biçûk dihatim dîtin û min nedikarî pirsgirêka xwe hel bikim. Ev bûyerên hanê qet ji bîra min naçin. Ez îro bi pênûsa xwe dibim bersiva wan. Helbestên min serhildana min a ji bo ziman in.”

Payiz di dewama axaftina xwe de wekî din dibêje, “Min di temenekî dereng de êşa xwe bi ziman kir. Ji zaroktî heta niha derengmayîna min e payîz. Bihar jî vegotin û geşbûna wan hestên derengmayî ye. Pirtûk bû zimanê dilê min ji ber wê yekê evîn û êşa min e. Me koçberî, qedexe, kuştin û zilm bi çavê xwe dît. Divê em qedexeyan nas nekin û zimanê xwe li her warî bi ruh bikin.”

 

JINNEWS/AMED