
Lêkolîna ‘Dosyaya Zîlan’ a nivîskar Îkram Îşler, ku dîroka 15 hezar kesên li Geliyê Zîlanê hatin qetilkirin, vedibêje, ji aliyê Weşanxaneya Sitav ve hat weşandin.
Di 13’ê Tîrmeha sala 1930’î de, leşkerên dewleta Tirk bi hezaran kes li Geliyê Zîlan ê li navçeya Wanê Erdîşê li hev kom kirin û gule li wan reşandin. Li vê derê 15 hezar kes hatin qetilkirin. Nivîskar Îkram Îşler lêkolînên xwe yên berfireh ên li ser vê komkujiyê kir pirtûk. Lêkolîna bi navê ‘Dosyaya Zîlan’ ji aliyê Weşanxaneya Sitav ve hat weşandin. Nivîskar Îşler, projeyên xalîkirina ji etnîsiteyên cihêreng a dewleta Tirk vegot.
We bi çi rengî û kengî dest bi nivîsandina dosyaya ‘Zîlan’ê kir?
Di emrê ciwantiyê de min bihîstibû ku li gundê me, li pişta kalemêrekî bi navê Hecî Haydar şopa singûyê heye. Di dema xwe ya xwendina zanîngehê de ez bi vî zilamî re li ser çîroka vê singûyê axivîm. Min ji çîroka Hecî Haydar destpê kir û bi hevpeyvînên bi şahidên komkujiya Geliyê Zîlanê re dest bi nivîsandina çîroka Zîlanê kir. Yek ji şahidên ku bûyerên trajîk dît, Hecî Haydar e. Di dema komkujiyê de Hecî Haydar hîne pitik e. Hemû mirovên li derdora wî tên qetilkirin. Ew jî wextekê birçî dibe û digirî. Hingî yek ji leşkeran singûyê di pişta wî re dike, bi vî rengî wî radike hewayê û davêje. Her wiha bi quntaxa çekê li devê dayika Haydar dixin û hemû diranên wê diweşînin. Ev jina ku ji leşkeran we ye miriye, piştre tê ser hişê xwe, radihêje pitikê xwe û bi alîkariya kesekî bi eslê xwe Ermenî, rizgar dibe.
Hûn piştre bi şahidên din re axivîn?
Piştre ez bi 2 şahidan re ku Hecî Haydar nîşanî min dan, axivîm. Li gorî vegotinên kalemêrekî bi navê Apê Nadir, dema ew bi dotmama xwe Dilber re ji komkujiyê direve, di dema bomberdûmanê de taseke serî dikeve pêşiya wan. Guleyên li Apê Nadir tên reşandin li Dilberê dikevin. Wê demê dibîne ku tasa serê dotmama wê ketiye.
Wekî din, jineke bi navê Delalo heye, ku aqlê xwe berdaye. Di zarokatiya xwe de me meraq dikir gelo çima ji vê jinê re Delalo tê gotin. Me jî bi gotina ‘Halîm Xoce miriye, qalibekî sabûnê diziye’ Delalo hêrs dikir. Halîm Xoce, Delalo xistiye bin per û baskê xwe û ew mîna keça xwe qebûl kiriye. Çîroka Delalo hezîn e. Li Geliyê Zîlan, ji ber ku demeke dirêj di binê cesedan de ma, aqlê xwe berda. Min jî da dû çîroka Delalo. Delalo keçeke gelekî hesas e. Ji ber ku Geliyê Zîlan cihekî daristanî ye, li wir hirç û gur hene. Delalo ji vî geliyê ku malbata wê li pêş çavên wê hat qetilkirin rizgar dibe. Lê dengê guran tê, li dora wê bi hezaran mirov û di tarîtiyê de mirovên çekdar xuya dikin. Dema di nava tarîtiyê de direve, li şûna bigirî êdî dikene. Min di romana xwe de nivîsand; gelek mirovên dîn bûn hene. Di dema komkujiyê de gelek zarok di binê cesedan de man û bi saxî filitîn. Piştî ku van zarokan berê xwe da çiyê, dewletê dest bi nêçîra wan kir. Nêçirvan û endamên Komeleya Nêçirvaniyê hemû tejiyê wan hene. Dewlet jî van wezîfedar dike. Ji wan re dibêje; werin daristanê û derkevin nêçira van mirovên reviyane. Gelek zarok bi vî rengî tên kuştin. Yek ji zarokên rizgar bûyî, weke şahidê zindî ji min re qala wê kêliyê kir. Navê wî jî Hecî Tahir e. Dibîne ku li pêş çavên wî 2 kes di nava teviyê de tên kuştin.
Di lêkolîna xwe de hûn îşaret bi Vasif Çinar û John Dewey ê DYE’yî dikin. Çi elaqeya van kesan bi Komkujiya Zîlan re heye?
Yê cara ewilî aqil dide Ataturk, Kurdekî Wezîrê Milî ye. Navê wî jî Vasif Çinar e. Ev şexs ji Bedirxaniyan e. Ataturk ji Vasif re dibêje ‘tu ji malbateke bingehîn î, min li gorî te paşnavek dît, ji niha û pê ve bila paşnavê te Çinar be’. Ev Çinar ji Ataturk re dibêje, ‘Ji bo ku tu bandorê li milet bikî, divê tu John Dewey ji Emerîkayê bînî’. John Dewey li Emerîkayê pisporê şuştina mejî ye. Di nava CIA´yê de vî karî dike. John Dewey bingeha sîstema perwerdeyê ya Tirk datîne. Dibêje, ‘Bi vê sîstema perwerdeyê ya Tirk re tu dikarî hemû mejiyan bişoyî’. Ev yek bi ser jî xist. Ji ber ku hemû etnîsîteyên din niha bi Tirkî daxivin. Ji miletê Kurd ê neguherî, şexsekî ditirse dibe Emerîkayê. Navê vî şexsî Kurd Zaro Axa ye. Rojnamevan dipirsin ku çi karê Zaro Axa li Emerîkayê heye, lê bersivê nabînin. Ya rast Zaro Axa weke kobayekî dibin Emerîkayê. Li wê derê dikevin nava gelek hewldanan û Zaro Axa diguherînin. Tên û rapora xwe dinivîsînin. Dibêjin, eger Zaro Axa di 135 saliya xwe de dikare were guhertin, hingî her kes dikare bê guhertin. Hemû miletên li vê derê dikin yek milet û mejiyê mirovan dişon. Lê belê miletekî nediyar derdikeve holê. Tirkên li Tirkiyeyê li Asya Navîn nîne. Yên li wê derê Kazak in, Azerî ne, Kirgiz in. Her yek ji wan xwe bi rengekî cuda îfade dike. Yên ku dibêjin ‘gotina Tirk tiştekî giştî ye’ bi tenê li Tirkiyeyê hene.
Baş e ev 3 doktorên navê wan tên bilêvkirin kî ne?
Li Tirkiyeyê 2 doktor hene ku Tirkbûyîn danîne holê. Dewlet îro hînê li ser şopa wan dimeşe. Dr. Ziya Gokalp, Dr. Baho, Dr. Samî. Yê yekemîn Kurd e, yê duyemîn Laz e, yê sêyemîn jî Gurcî ye. Li gorî nêrîna wan a Tirkbûyînê; ewilî wê Ermenî ji vê erdnîgariyê bên derxistin, Suryanî, Êzîdî werin tinekirin û Kurd jî bi demê re werin asîmîlekirin. Ev bername hînê dewam dike. Mirov dikare vê li Zîlan, Dersîm, Çorûmê bibîne.
FERHAT ARSLAN/WAN