Kitêbek li ser Kurdên Xelxalê
Kitêba nû ya lêkolîner Şoreş Reşî ji Weşanên Payîz derket. "Ji dewletê heta koçberiyê Dîroka Kurdên Xelxalê" di 208 rûpelan de her wiha cih dide nexşeya cihên Kurdan ên wê deverê, û wêneyên ji deverê.
Belkî gelek kes nizanibin ka Xelxal li ku ye, ka Kurdên wê hene nînin. Şoreş Reşî sala 2019´an çû wir û lêkolîna xwe kir. Hem hevpeyvînên bi xelkê re û hem jî avahiya civakî-çandî ya deverê jî di kitêbê de bi cih kir. Li ser miletê Talîş ku cîranê van Kurdan in jî, hin agahî di kitêbê de hene.
Kitêb dibêje, ev Kurdên li bakurê Îranê, li rojhilatê Tebrîzê hema li binya Erdebîlê dimînin, berê li Xorasana mezin bûne. Li gorî kitêbê, ew ji vir koçberî Bakurê Kurdistanê û Anatolyayê bûne û li derdora Elbistanê Mîrtiya Dulqadiriyan ava kirine. Piştî hilweşîna vê dewletê qismekî wan çûye Qonyê û Semsûrê, qismekî dinê jî çûye Xelxalê. Li gorî Şoreş Reşî jixwe ziman, adet, gotinên pêşiyan jî vê yekê piştrast dikin.
Ji ku peyda dibe
Şoreş Reşî di pêşgotina kitêbê de dibêje, “Kurdên Xelxal komeke gelekî piçûk a Kurdan in, lê belê pirr kêmên Kurdan wan nas dikin. Ji ber ku min ev rûpelê di tariyê de mayî yê dîroka Kurdan ronî kir, ez gelekî razî kirim.”
Di kitêbê de li ser jiyana van Kurdan a roja me ya îro, baweriyên wan, cejnên wan û adetên wan jî agahî peyda dibin.
Kitêb li kitêbfiroşên li Stenbol û Amedê peyda dibe. Wekî din ji navnîşanên e-mailê yên kurdiskainstitutet@hotmail.com, kurdiskainstitutet@gmail.com û soresresi@hotmail.se mirov dikare kitêbê bixwaze. STOCKHOLM