Kitêbên stranên Êrîvanê derçûn
Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê wekî pirtûk bi 4 bergan hatin çapkirin. Berga yekê û ya diduyê ji bo “Stranên Rîtmîk”, berga sisiyê û ya çarê jî ji bo “Stranên Serbest” hatine veqetandin.
Deutsch-Kurdisches-Kulturinstitut (Enstîtuya Çandê ya Alman û Kurdan) beriya bi demeke kurt 900 stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dijîtal weşandibû. Enstîtuyê niha jî nota, gotin û analîzên van stranan di çar bergan de kom kirine û weke pirtûk çap kirine.
Lêkolînerê Muzîka Kurdî û stranbêj Cewad Merwanî bi salan e li ser vê arşîvê kar dikir. Merwanî piştî karê berhevkariyê, tevlî ekîbeke berfireh ev çar sal in notayên van stranan derdixistin, gotinên wan dinivîsandin û analîza van stranan dikir.
Enstîtuyê bi van çar bergan re DVD’yek jî amade kiriye û di vê DVD’yê de jî hemû Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê hene. NAVENDA NÛÇEYAN