Xwezaya Kurdistanê ango Mezopotamya bi dar, çiya, fêkî û zebzeyên xwe dermanê gelek nexweşiyan e.

Çiyayê Kizwanan li Başûrê Navçeya Til Temirê ye. Bi Çiyayê Kizwanan gelek kaniyên avê, mezara Şêx Ebdil Ezîz, şikeftên ku dîroka wê vedigere hezarê salan û deverên dîrokî mîna Kelha Sukera, Mexlûca û gelek deverên din hene.

Ji bilî dara kizwanê darê fistiqa jî çêdibin, di vê demsalê de her kes berê xwe dide çiya û kizwanan berhev dike û li herêmên din jî belav dike. Hin malbat jî ji bo zivistanê hiltînin.

Rengê kizwanan şîn, sor, kesk, zer e. Libê wê yê biçûk û yê mezin jî hene. Da ku rihê dilê mirovan vebibe û bikaribe bi rengekî baş bêhna xwe bikşîne divê kizwanan bixwin.

Ji kizwanan sabûn jî çêdibe. Him ji dar û him jî ji kizwanan benîşt çêdibe, benîştê wê jî çarkoşeye û rengê wê jî spî ye û qehwe jî çêdibe, qehweya wê jî tehl e, giran e û rûnê wê zêde ye.

 

JINNEWS / HESEKÊ