Çalakiya 'Nobeta Azadiyê' ya ku ev 5 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê li bajarê Fraseyê Strasbourgê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê jinên ji Rojhilatê Kurdistanê ve dewr hat girtin.
Endamên Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) roja duşemê Nobeta Azadiyê dewr girtin. Endamên KJAR'ê ji hingî ve belavok û broşurên li ser jiyan û nihêrînên Ocalan belav dikin.
Çalakgeran li ser nobeta xwe got, elaqeyeke mezin ji bo têkoşîn û nihêrînên Ocalan heye. Endamên KJAR'ê diyar kirin ku mirovên li herêmê dixwazin li ser Kurdan û têkoşîna wan bêhtir agahiyan bigirin.
Xelk dixwaze tevkariyê bike
Çalakgeran bal kişand ser girîngiya çalakiyên li gelemperiya cîhanê yên ji bo azadiya Ocalan û got, ew jî dixwazin tevkariyê li vê yekê bikin.
Jinan diyar kir ku Ocalan ne tenê ji bo Rojhilatê Kurdistanê, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên li gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, xwedî pêşniyazan e û got, ew êdî nikarin xwe li esareta wî ragirin.
Nobeta 'Azadî ji Ocalan re' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kir, ev 5 sal in bi rengekî bê navber dewam dike. Hefteya derbasbûyî, bi wesîleya salvegera pêncemîn, hevserokên pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) nobet girtibûn. Piştî nobeta hevserokan, bi beşdariya gelek parlamenterên Ewrûpî û parlamenterên HDP'ê mîtîngek hatibû lidarxistin.
ANF / STRASBOURG