Partiya Kominîst ya Kurdistan bi daxuyaniyekî niviskî li ser rewşa dawî ya Rojavaya Kurdistan, şerê li Efrîn û ambargoya li ser heremê weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hinek partiyên Kurd li ser êrîşên herema Rojavaya Kurdistan bêdengin û endamê wan partiyan li heremê tevlîheviyan çêdikin. Partiya Kominîst di daxuyaniyê de wiha hat gotin “ Ev demeke ku rejîma Baas û komên çektar li herema Kurdan ambargo danîne, êrîşên li ser heremên Kurdan zêde dibin bêdengin û berxwedana gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya pîroz reş dikin. Endama van partiyan jî, li Rojavaya Kurdistan tevlîheviyan dikin û perçebûnê dixin nava gel.”
Daxuyaniya wiha didome “hin partiyên Kurd yê Rojavaya Kurdistan li şaneşînên Otelên bênç sterk rûdinên û berxwedana gelê Kurd ya pîroz li Rojavaya Kurdistan reş dikin. Wan partiyan heta niha li dijî êrîşên li ser Efrîn, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Kobanê, Til Temir, Serêkaniyê bêhelwest bûn. Hêşmendiya endamê wan partiyan li heremê pirr xerabe. Ev partiyan xizmeta doza Kurd li Rojavaya Kurdistanê nakin û zerarek mezin didin gelê Kurd.”
Di dawî daxuyaniyê de Partiya Kominîst daxwaz li hêzên Başûrê Kurdistan kirin ku rê nedin van pariyan ku li pêşiya çarenûsa gelê Rojavaya Kurdistan bidin asteng.
NAVENDA NÛÇEYAN