Di wêjeya her zimanî de berhemên klasîk gelek nirxdar û girîng e. Berhemên  klasîk  koka zimên û koka çandê neqlî dema nûjen dike. Jixwe mirovek yan jî neteweyek di rêya azadbûnê  de, hewceyî  koka xwe ye, divê ji wê hêzê bigire û bimeşe. Di vî warî de peywirê giran li ser milê nivîskaran, lekolîneran û weşangeran de ye. Nivîskar, lekolîner û weşanger, gava ku axa wêjeye venekolin û klasîkên xwe dernexin holê,  ziman jî ji koka xwe û çanda xwe qut bibe.

Di wêjeya klasîkên  Kurdî  de jî gellek berhemên nirxdar û hêja hene. Roj bi roj nivîskar û weşanxaneyên Kurdî  jî li ser klasîkên xwe dixebitin û derdixin pêşberî  xwendevanên xwe.  Ji wan yek jî Weşanxaneya Belkî û edîtorê wê Rênas Jiyan e.  Belkî’yê gelek klasîkên Kurdî weşandin, wek mînak berhemên Melayê Bateyî,  Erebê Şemo, Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Feqiyê Teyran, Şêx Axtepî û hwd. Li vê gavê  Weşanxaneyê Belkî, bi edîtoriya Rênas Jiyan’î du pirtûkên helbesta klasîkên Kurdî derdixe pêşbêrî xwendevanan: Şorişa Xebera (Çerkezê Reş) û Şiêran û Poêman (Emînê Evdal).

Em di vê nivîsê de behsa Jiyana Çêrkezê Reş (Çerkezê Mistoyan) û berhema wî bikin. Sibe jî em ê behsa Emînê Evdal û berhema wî bikin. Jiyana Çerkezê Reş di nava têkoşîn û xebatê de derbas bûye.  Çerkezê Reş di sala 1955’an de ji dayik bûye. Ji malbateke êzdî ye.  Sala 1975’an de li Enstutîya Êrîwanê  beşa pedagojiyê xwend. Fîlolojî xwend. Teza xwe ya zanîngehê li ser Heciyê Cindî nivîsê. Di sala 1980’an de bû doktorê ziman û wêjeya ermeniyan. Di sala 1986’an  de dîwana wî ya bi navê “Şorişa Xebera” hatiye weşandin.  Çerkezê Reş welatparêzek e. Di dema  avakirina Kurdistana Sor de, mîna  wezîrê perwerdeyê hat peywirdarkirin.  Çerkezê Reş 3 pirtûkên  parastinê yên birêz Abdullah Ocalan wergerandine zimanê Ermenî.  Sala 2008’an jî wefat dike.

Şorişa Xebera, sala 1986’an li Êrîwanê bi alfabeyê Kirîlî hatiye nivîsandin. Helbesta Çerkezê Reş helbesteke xwedî raman e. Helbesta xwe bi awayekî felsefî ava kiriye. Zanebûna wî ya wêjeyî  û ramanî gellek fireh bû.  Pirtûk di nav xwe de hatiye dabeş kirin: Orta Qurnada ,Ars Poetîka, Laliş, Hub û Şûşe. 

Çerkezê Reş şoreşgerek e. Şorişa Xebera de jî  hevî û peyvên şoreşe dike. Di helbesta “Pirsxana Berdest” de dixwaze ku, qala rewşa bindestiyê bike, ji xwendakaran bipirse û pirsên wî wek tîrê ne ji bo mirovên bindest:


“Herkê tu bi xwe dixapî herro,

Êd dixapînin, neheqin gelo?”


Lê  şoreşgeriya wî ne tenê di warê siyasî de ye.  Çerkezê Reş di Şorişa Xebera de şoreşek wêjeyî jî dike. Tiştek nû ava dike. Him bi ruhê êzdîtî  him jî bi “şêwazê êzdîtî” (qewl û beytên êzdatiyê) helbestên xwe dinivîse.  Rênas Jiyan di pêşgotina “Şorişa Xebera” de girîngiya helbesta  Çerkezê Reş wiha îfade dike: “Wî di standartên cîhanê de helbest nivîsîne. Helbesta wî di helbesta kurdî de şoreşek e…  Çerkezê Reş ji hemû helbesta kurdî ya misilman-sunnî-mutesawwuf cudatir bi wate û dengê qewl û beytên êzdatiyê hatiye nivîsîn. Wî ev qewl û beyt nûjen kirine û bi awayekî modern û estetîk di helbesta xwe de bi kar anîne. Nivîsîna helbestê ya bi reng û dengê qewl û beytên êzdatiyê hem ji bo helbesta kurdî û hem jî ji bo helbesta cîhanê tiştekî nû, cuda, orîjînal û guhertî ye.  

Helbesta wî ji ber helbesteke hêmayî, ramanî, felsefî, kûr û êzdî ye helbesteke mezin û dijwar e.” 

Bi rastî jî mirov ji helbestan Çêrkezê Reş tehma êzdîtî  bi têra xwe digire.

Ji helbestên wî jî xuya dike ku Çerkezê Reş helbesta cîhanê jî baş nas dike. Bergeha wî tenê ne ser Êzdîtî ye.  Di çend helbestên xwe de silavan dişîne ji helbestkaran re; mînak, “Baran li Moskvaê” (ji F.Tyutçev re). Bi taybeti, di beşa Ars Poetîkayê de li ser helbest û helbestkaran  helbsetên hêja nivîsîne:


Pûşkîn

Ruhê wîda hene steyrk

Û toximê paşîrojê. 



BARAN BULAK