KNK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Ji bo vê kombûna du rojî, ji seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, endamên KNK’ê û gelek kesayetên polîtîk û ronakbîrî û her wiha berpirsiyarên partî û rêxistinên polîtîk, hatine vexwendin. Roja pêşî kombûn saet di 10.00’an de dest pê dike û wê rojê, dê li ser mijara li jêr analîz û gotûbêjên berfireh bêne kirin.”
Mijarên di civatê de bêne gotûbêjkirin wiha ne:
- Rewşa Kurd û Kurdistanê, Pêşketinên Siyasî yên Rojhilata Navîn û Cîhanê, Polîtîka û Yekitiya Neteweyî
- Di roja duyemîn da endamên KNKê dê amade bin û li ser rojeva KNK’ê ya navxweyî dê kombûn bê kirin.
KNK’ê da zanîn ku ew di van rojên tengav ên Kurdistanê da giringiyeke mezin dide vê kombûna du rojî ya li Brukselê û ev bang kir: “Mêvan û endamên KNK’ê li ser pirsa bi giştî ya neteweyî û riyên çareseriyê dê nîqaş bên kikin. Kurd û Kurdistanî dê ji encama vê kombûnê bêne agahdarkirin. Bi vê munasebetê em bang li hemî endamên KNK’ê dikin ku di civînê de amade bin. Bi hêviya ku ev Civata Giştî ya KNK’ê bi baldariyeke bilind bê dîtin û pêşwazî kirin.”
BRUKSEL