
Li Başûrê Kurdistanê tûra hevdîtinan a KNK’ê ya bi partiyên siyasî re, dewam dike. Heyeta KNK’ê ku ji Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade, endamên Konseya Rêveber a KNK’ê Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz û endmê KNK’ê Ferhat Dostkî pêk tê, doh saet di 11:00 de serdana Partî Demokratîk a Kurdistanê (PDK) kir.
Heyeta KNK’ê ji aliyê endamê Polîtburo ya PDK’ê Elî Hisên, endamên Têkiliyên Derve yên PDK’ê Nîzar Botanî û Çîmen Teqyedîn ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtina ku li çapemeniyê girtî pêk hat, bi qasî saetek û 40 deqeyan dewam kir.
Bi KNK’ê re ti pirsgirêka me nîne
Piştî hevdîtinê, endamê Polîtburo ya PDK’ê Elî Hisên daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ew hevdîtinê girîng dibînin û got: “Em kêfxweş in ji ber ku heyeta KNK’ê li vir dibînin. Bi dîtina me, ev yek ji bo kongreya neteweyî ya Kurd girîng e. Di vî warî de me nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Em ê mijarên ku me li vir nîqaş kirin, li cihên pêwîst ên partiya xwe binirxînin. Bi KNK’ê re ti pirsgirêka me nîne, lê belê divê em li ser hin teknîkên xebatê baxivin.”
SILÊMANÎ