Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li gel rewşenbîr û çalakvanên Helebce civiya. Armanca civînê wergirtina pêşniyaz û nêrînên beşdaran ên li ser Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bû. Di destpêka civînê de beşdaran nêrînên xwe pêşkêşî endamên KNK´ê kirin. Beşdaran got pêwîstî bi helwêsta zelal heye, bi taybetî li dijî binpêkirinên li hemberî Kurdan.
Endamê KNK´ê Hewjîn Mela Emîn got; “Divê em hemû bêyî cudahiya, çep, rastgir, Îslamîbûnê bi bîrdoziya neteweyî û Kurdayetî, bi hev re ji bo bipêşveçûna Kurd û Kurdistanê mijûl bin. Dewletên dagirkerên Kurdistanê ber bi têkçûnê ve ne. Heger hêzen siyasî tevgera azadîxwaz destek bikin, wê li parçeyên din jî tevger û partiyên siyasî bigihin azadiya xwe.”
ROJNEWS/HELEBCE