Di daxuyaniya KNK’ê de tê gotin ku Kurdên Feylî bûne mexdûrê siyasetên faşîzan û Erebkirina Kurdistanê û tê destnîşan kirin ku 7’ê Nîsanê weke roja şehîdên Kurdên Feylî tê naskirin û Kurd di vê rojê de şehîd û qurbaniyê vê karesatê bi rêz bibîr tînin.

KNK balê dikşîne ser vê yekê ku 25 sale ku li başûrê Kurdistanê serbixweyî heye, lê belê heta niha hebûna Kurdên Feylî bi fermî di destûra Iraq û herêma Kurdistanê de cih negirtiye.

KNK herwiha daxwaz ji hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê dike ku van daxwazên Kurdên Feylî bicih bînin:

- Di demek nêz de komkujiya li ser Kurdên Feylî wek jenosîda dijî mirovahî û wek siyaseta dijî gelê Kurd were naskirin.

- Wek komkujiya Helebce û Enfalê girîngî bi komkujiya Kurdên Feylî jî bê dayîn.

- Li herêma Kurdistanê beşek taybet ser bi wezareta şehîdan ji bo Kurdên Feylî were veqetandin.

- Hewil bê dayîn ku li parlamenên Bexda û herêmê kota ji bo Kurdên Felyî jî were diyar kirin. 


 ROJNEWS/BRUKSEL