Tirkiye û Îran dibişêfin
KNK'ê diyar kir ku her çend zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê û Kantonên Rojavayê Kurdistanê bûye zimanê perwerdeyê û rêveberiya îdarî û formeke fermî wergirtiye jî, li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hînê jî ji fermiyetê dûr e û dewletên Tirkiye û Îranê bi ti awayî rê nadin vî mafî. KNK'ê bal kişand ser xemsariya gelê Kurd ê li zimanê xwe yê dayikê û destnîşan kir ku bi têrkerî rêzê li zimanê xwe yê dayikê nayê girtin. KNK'ê da zanîn ku bi têkoşîna bi salan re derfetên mezin derketine holê û bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bi taybetî bang li Kurdan kir ku rêzê ji zimanê xwe yê dayikê re bigirin.
Em ziman biparêzin
KNK'ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku divê her kes bihayê zimanê dayikê bizanibe û got, "Yên dizanin divê biaxivin û bikar bînin, yên nizanin jî dikarin fêr bibin. Yên ku rêzê li zimanê xwe yê dayikê negirin, bila li hêviya rêzgirtina ji aliyê dijmin ve jî nebin."Komîsyona Ziman, Perwerde û Çandê ya KNK'ê bi vê munasebetê bang li dewletên Tirkiye û Îranê jî kir ku rêzê li zimanê dayikê yê Kurdan bigirin, di fermiyetê de qebûl bikin, di sîstema perwerde û îdarî de cih bidinê û weke zimanê duyemîn ê fermî qebûl bikin. KNK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bila li hemû zimanên dayikê û herwisa li zimanê dayikê yê Kurdan Kurdî pîroz be."
ANF/BRUKSEL