Konseya Rêveber di peyama xwe de diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi pergala hevserokatiyê de careke din şoreşeke dîrokî pêk aniye û got, "Bi pergala hevseroktiyê re, hem wekhevîbûna jin û mêr û hem jî wekhevîbûna gelan pêk hatiye. Bi şoreşa Rojava ya gelan û jinan hatiye destnîşankirin ku jiyaneke xweser, wekhev, birûmet, rengîn û azad gengaz e." Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser siyaseta cînsiyetperest û nîjadperest ên hêzên desthilatdar ên herêmî û navneteweyî yên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê dixwazin bi pêş bixînin û hat destnîşankirin ku bi bikaranîna hêzên tarî û dij mirovahiyê yên weke DAIŞ'ê re, hewl tê dayîn di navbera gelan de şer bê derxistin. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi mînaka pêşxistina pergal û siyaseteke demokrat û azad li Rojava baştir tê fêmkirin ku çima îro êrîşeke dijmirovahî li ser Kantona Kobanê pêk tê. Bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî li hember terora DAIŞ`ê gumanê çê dike ku ev hêz naxwazin li herêmê gel û jin bi îrade û vîna xwe pêşeroja xwe diyar bikin, naxwazin ku gelên Rojava mafê çarenûsiya xwe pêk bînin. Lê,  gel û jinên Rojava ji şoreşa 19 Tîrmeha 2012`an heya îro, bi avakirina pergala xwe ya xweser û demokratîk, tam û çêja demokrasî û azadiyê kirine. Ew dizanin ku azadî û demokrasî, bi îradeya azad jiyanê xweştir bike. Bi wê baweriyê em dizanin gelê me yê Kobanê dê ji bo azadî û demokrasiyê bi ser keve. Derbasbûna Kantona Cizîrê ya pergala hevseroktiyê, bersiva herî watedar ji bo berxwedana Kobanê ye. Bi vê munasebetê em dûbare Himêdî Deham El-Asî û xanim Hediye Yûsif ji dil û can pîroz dikin û dîsa soza xwe ya ji bo xizmeta şoreşa Rojava tekez dikin." 

ANF/BRUKSEL