
KNK'ê bi minasebeta rojbûna Hz Îsa daxuyaniyek nivîski da. KNK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta tirk, desthilatdariya AKPê û Cemaeta Gulen, bi kiryarên cûda yên faşîzan, mîna doh û pêr, îro jî gelê Suryanî, Asurî û Keldanî hedef girtiye û wiha got: "Gelê herêma Mezopotamyayê ji ser axa wan dane koçberkirin. Bi riya kontrayên dewlet, AKPê û Cemaeta Gulen jî, çend kesên Suryanî, Asurî û Keldanî, li welatê xwe li ser xaka bavûkalên xwe mane jî, rastî êrîşên kujerî tên. Pêwiste werê zanîn ku zihniyeta faşîzan a dewleta tirk ku îro dibin pêşengiya AKPê û Cemaeta Gulen de di pratîkê de ye û bi gelê Kurd re, gelê Suryanî, Asurî û Keldanî jî qir dike. Pêwiste gelê Suryanî, Asurî û Keldanî jî, di çarçoveya projeya wekhevî, dostanî û biratiyê Xweseriya Demokratîk de, rêxistiniya xwe bikin û li dijî faşîzma kujerî têkoşînê bikin. Bi hêviya ku cejna rojbuna Mesîh Isa, li Kurdistan, Tirkiyê, li Rojhilata Navîn û tevahiya cihanê, bibe bingeha aştî, dostanî û wekheviyê.
KNK'ê cejna gelê Suryanî, Asurî û Keldanî û cîhana mesîhî pîroz kir û destnîşan kir ku cejnên olî her dem li ser axa Kurdistanê û di nava gelên li Kurdistanê de bûne bingeha wekhevî, dostanî û biratiyê.
BRUKSEL
Mînaka xweşbîniyê
Bi boneya pîrozkirina 25'ê kanûnê cejna Noelê ku wekî rojbûna Hz. Îsa tê pîrozkirin welatiyên Xirîstiyan yên li Amedê dijîn di Dêra Dayîka Meryem de ayîna Noelê pêk anîn. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Serokê DIYA-DER'ê Zaît Çîftkiran, Pirê Elewiyên Tirkmen Hasan Baykurt, Nûnerê Baweriya Êzidî Yilmaz Demîray, Serokê Komeleya Domînîler ya Amedê Mehmet Demîr, hin mele û gelek welatî tevli pîrozbahiya Noelê bûn. Malbatên ku serê sibê hatin dêrê ji Încîlê ayet û dua xwendin. Piştî ayînê Keşeyê Dêrê Dayîka Meryem Yusuf Akbulut axivî. Şaredarê Surê Demîrbaş jî cejna Noelê ji hemû Xirîstiyanan re pîroz kir û wiha got: "Em dê li hemberê feraseta ku ji ber cudahiyên me, me dikin dijminê hev bi înat bi cudahiyên xwe bi hevre bijîn."
DÎHA/AMED