Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî cezayê darvekirinê yê li ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz li Başûrê Kurdistanê hatiye birîn û şert û mercên ragirtina wan daxuyaniyek da û bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Osman Kose yê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê hate kuştin, eşkere bû ku ne dîplomatek e, lê belê berpirsyarekî MÎT’ê ye û di organîzekirina gelek êriş û sûîqestên dijî endam û rêveberên Şoreşa Kurdistanê de cih girtiye, lewma bûye hedef.
KNK’ê bal kişand ser cezayê darvekirinê yê ku li ciwanên Kurd ên welatparêz Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz piştî kuştina Kose hate birîn û ragihand, “Diyar e ku Dadgeha Hewlêrê bi awayekî lez û bi lêkolîneke kêm, ev biryar daye. Xuya dike ku mafê xweparastina hiqûqî jî baş pêknehatiye û girtî bê parêzer mane. Dadgehê rewşa şerê azadiya gelê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk û rewşa van malbatan li ber çav negirtiye. Eger ev rewş baş bi berçav hatiba girtin cezayek ewqas giran nedida. Ev cezayeke giran e, wijadanê gelê Kurdistanê û mirovatiyê diêşîne. Ji alê din ve jî mahkemeyeke Kurdistanê, cezayên bi vî rengî bide welatparêzên Kurd, di ruhiyeta welatperweriyê de şkênandinê çêdike û di civaka Kurdistanê de hîsa edaletê serûbin dike. Nabe welatparêzên Kurd, ji ber sedemên vî rengî, bi destê Kurdan bêne îdamkirin. Ev rewş dilê welatparêzan dişewîtîne û dilê dijminan xweş dike…
Em weke KNK, vê rewşê û vê biryarê di cih de nabînin. Pêwîste ev biryar ji nû ve bê nirxandin û sererastkirin. Her weha divê jiyana van mirovan di bin xeteriyê de neyê hiştin.”
NAVENDA NÛÇEYAN