Konseya Rêveber diyar kir, KNK ji bo yekîtiya gelê Kurdistanê kete rê û tifaqa navxweyî ji xwe re kire karê sereke û got, “Yekîtiya gelê Kurdistanê, yekîtiya xaka Kurdistanê, li hember derve yekdengî û yekrêziya mala Kurdan, xewn û xwesteka hemû ronakbîr û hemû şairên welatparêz, hemû hêzên neteweyî û gelê Kurdîstanê ye.”


Sala yekîtiyê

Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên KNK´ê yên di vê rêyê de hat kirin û hat gotin,

“KNK’ê, gelek caran hemû partî û rêxistinên Kurdistanî kom kirine û li ser pirs û pirgirêkan zemîna nîqaşan pêk aniye. Li gel ewqas kar û xebatan jî, em nikarin bibêjin me weke tê xwestin yekîtiya neteweyî pêk aniye. Em ji berê bêhtir nêzîkî hev in, lê mixabin hînê yekîtiya neteweyî pêk nehatiye.”
KNK´ê da zanîn ku ew ê di sala 18’an de karê yekîtiya neteweyî xurttir dewam bikin û got, “Em hêvî dikin sala 18 an bibe sala yekîtî, serketin û azadiyê.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN