Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) didomin. Li Hewlêrê doh şandeya KNK’ê ya ji Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs, Cîgira Hevserokên KNK’ê Şêhla Hefîd û endamên KNK’ê Ekram Kemal, Ferhad Doskî û Firyad Hîranî pêk dihat serdana Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê kir. Şandeya KNK’ê ji aliyê Sekreterê Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Mam Xidir Rûsî û Berpirsê Ragihandina Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Rêdar Kanebî ve hate pêşwazîkirin.
Şandeya KNK’ê û Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê lidar xist. Di civîna çapemeniyê de Sekreterê Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Mam Xidir Rûsî got; “Em bi her awayî piştgirî û hevkariya peyama KNK’ê dikin ku ji mijara yekrêzî û yekîtiya neteweyî pêk tê. Niha pêwistiya Kurdan bi yek gotara siyasî heye. Lewma em ê hewl bidin heta serkeftinê û li her çar parçeyên Kurdistanê armancên Kurdan pêk werin alîkar bin.”
Piştre Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs got;”Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê, timî ji bo karên KNK’ê alîkar bû. Di civîna îro de, me qala rewşa Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê kir.”
ROJNEWS/HEWLÊR