KNK´ê erişên topyekun yên dewleta Tirk li dijî Kurd û Kurdistanê bi bîr xistin û got, “Li Rojavayê Kurdistanê şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi hemû awayan dewam dikin. Li Başûr û li Rojhilat jî şer û alozî dewam dikin. Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kordistanê jî êrişê gelê me dike.”

KNK´ê îşaret bi dagirkeriya  Dewleta Tirk a li beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê kir û wiha dewam kir, dewleta Tirk “dixwaze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Li dijî van êrişan gelê me jî, bi hemû awayî li ber xwe dide, bi qehremanî û bi fedakeriyeke mezin êrişên dijminan pûç dike.”

KNK´ê bi bîr xist ku gelê KUrd li her derî têkoşîna azadiyê dimeşîne, ne wek berê ye û weha dawî li daxuyaniya xwe anî, “Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û bawer in ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN