Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 15. salvegera roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di 15'ê Sibata 1999'an de bêdadiyeke mezin hatiye kirin. KNK'ê bibîr xist ku beriya 15 salan dewleta Tirk û tifaqdarên wê yên navneteweyî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine xezebê û xwestine dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikînin. Di daxuyaniya xwe de KNK'ê ragihand ku tifaqên dewleta Tirk ên dinayayê, ji Amerîkayê heta gelek dewletên Yekitiya Ewrûpayê û hetta Rûsyayê û Îsraîl, Misir û Kenya, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin.


Komplo hilweşiya
KNK'ê diyar kir ku hêzên komploger li bendê bûn PKK ya ku pêşengiya radîkal a tevgera neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav be, an jî qet nebe gelek lawaz be û got, "Di nava van 15 salan de çi hêvî dikirin tam berovajî derket. Ne Ocalan têkoşîna xwe hêla, ne jî xelkê Kurd û Kurdistanîyan dest ji doza xwe kirin." KNK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Komplogerên berî 15 salan îro digel Ocalan û berpirsiyarên xelkê Kurd muzakereya li hev hatinê dikin. Di 15 salan da heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encam de Ocalan, PKK û xelkê Kurd têkoşîna xwe aniye merheleyeke bilindtir ku îro bi sedan şaredarî di destê Kurdan dene, li parlementa Tirkiyeyê parlementerên Kurd û Kurdistanî hene û îro doza Kurd û Kurdistanê gav bi gav digihe zemînê xweseriya demokratîk. 


Hilbijartin gavek girîng e
KNK'ê bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên 30 Adarê û diyar kir ku gelê Kurd ê hejmara şaredariyên di destê xwe de zêdetir bike. KNK'ê di salvegera komploya 15ê Sibatê de careke din bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê bilind bikin, yêkitiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin. KNK herweha bang li Kurd û Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî kir ku beşdarî protestoyên komploya 15ê Sibatê bibin û bi taybetî jî destekê bidin mîtînga mezin a Strasbourgê 15´ê Sibatê.

BRUKSEL




 ‘Fikrê Ocalan komplo pûç kiriye‘

Desteya Rêveber a PYD'ê bi boneya salvegera 15'an a komploya bê bext a 15'ê Sibatê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şopandina xeta Ocalan komployê pûç kiriye û rêveberiya civakî girêdana di navbera Ocalan û gel de nîşan dide û ev yek her dem planên komplogeran vala derdixe. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komploya navnetewî ku ket sala xwe ya 15'an de li dijî hemû gelê Kurdistanê bû û wiha dom kir:'' Revandina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi beşdariya hêzên navnetewî pêk hatiye û yekser ev pîlana hêzên kapîtalîst bû.'' Desteya Rêveber a PYD'ê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku îlankirina rêverberiya xweseriya demokratîk a herêmên Rojava û xwedî derketina gelê Kurd her çar perçeyên Kurdistanê û derve li fikrê Ocalan karîbû civakê ji nû ve bi rih bike û bi vê yekê xwe kir pirojeya rewa ya hemû civakê.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku azadiya gel bingeha xwe ji azadiya rêberê xwe digre û hate gotin: ''Xebat û berxwedana Rêberê Gelê Kurd a dehan salan îro berhemê xwe li ser xaka Rojava diyar dike, Rêveberiya xweseriya demokratîk a hersê herêmên Rojava ku li ser bingeheke civakî hatiye avakirin piratîkirina fikrê Ocalan nîşan dide.''
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîrasa berxwedana Ocalan, felsefe û fikrê wî îro li her derê û li Rojava taybet derdikeve û daxuyaniyê wiha dom kir: ''Îro berhemên berxwedanê li hemû beşên jiyanê nîşan didin, di hemû aliyan de sazî û dezgehên li ser xeta 3'yemîn hatin avakirin û xwe weke riya herî ber bi çav a çareserkirina hemû pisgirêkên Sûriyê û Rojhilata Navîn daye pêş.''
Di dawiya daxuyaniyê de komplo hate şermezar kirin û soza şopandina fikir û felsefeya Ocalan a bidestxistina azadî û aştiya hemû gelên herêmê ya li ser bingeha netewa demokratîk hate dayîn.

QAMIŞLO