Konseya Rêveber a KNK´ê, bi armanca bersivdayîna bang û daxwazên pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd, biryar girt şandeyekê bişîne Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Bi heman mebestê wê şandeyên KNK’ê serdanan Rûsya, DYA, YE û Welatên Erebî bike.
Konseya Rêveber a KNK’ê, di 9’ê Mijdarê civîna xwe ya asayî li Belçîkayê li dar xist. Di civînê de rewşa aloz a li Kurdistan û herêmê, berxwedana ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê, banga hêzên siyasî yên Kurd a ji bo pêkanîna yekîtiya netewî hate nirxandin.
Encama civînê bi daxuyaniyeke nivîskî hate eşkerekirin. Di encamnameyê de pêngava boykotkirina mal, rêzefilm, neçûna Tirkiyê weke hewlêsteke pîroz û girîng nirxand û daxwaza mezinkirina boykotê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN