Cîgirê Serokê KNK’ê Bengî Haco ku di heyetê de cîh digire ragihand ku weke heyetê wê biçin serdana Rojavayê Kurdistanê.
Ji bo rewşa Rojavaya Kurdistan heyeta ku di nav de Cîgirê Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Dr Bengî Haco jî hebû, çû serdana Hewlêrê.
Ji bo Rojavaya Kurdistanê danûstandinên di navbera kurdan de zêde dibe. Ji bo nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê heyetek çû serdana Hewlêrê. Di nav heyetê de Cîgirê Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Dr. Bengî Haco jî cîh girt. Heyetê, di 9 Tebaxê gihişt Hewlêrê û li vir hin danûstandin kirin. Cîgirê Serokê KNK’ê Bengî Haco der barê serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de agahî da. Haco ragihand ku heyeta wan a li Başûrê Kurdistanê wê biçe serdana Rojavayê Kurdistanê.

‘Em ji yekîtiya kurdan kêfxweş in’
Haco bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û weha axivî: “Gelê Rojavaya Kurdistan piştî ev hevpeymaniya Hewlêrê ji ber yekîtiya Gelê Kurd li vî beşê çêbû kêfxweşiya xwe anî ziman. Ev peyman di heman demê de ji bo yekîtiya Kurd jî pêngavekî girîng bû. Di heman demê de ji bo piştgirî bide ev Desteya Bilind ya Rojavaya Kurdistan li hemû bajarê Rojava xwepêşandanên piştgiriyê li dar xistin û gotin “Desteya Bilind vîna min ya siyasî ye. Li ser van gavên yên girîng ku kurd di warê yekîtiyê di diavêjin û sazkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê Kongra Netewiya Kurdistan (KNK) bîryar da ku heyetek rê bikin Başûr û Rojavaya Kurdistanê."

Di çûyînê de astengî derket

Haco anî ziman ku li başûr ji bo piştgirî bidin peymana Hewlêrê bi partiyên siyasî yên kurd re hevdîtin pêk anîne. Haco da zanîn ku li ser vê bingehê wan bi rayedarên Partiya Demokratî Kurdistanê (PDK) re jî hevdîtinek pêk aniye û got; “Di vê hevdîtinê de daxwaza me ya derbasbûna Rojavaya Kurdistan bi erênî hate pêşwazîkirin. Li ser vê em ketin rê û heta ber çemê Dîcle jî çûn. Lê li wir hinek kelem derketin û em zîvirîn. Ev ji bo me cihekî xemgîniyê bû. Her çend ji bo çareserkirine hewldanên Desteya Bilind  hebû jî, ev tu encam neda. Em hêvîdar in ku ev kelem û astengî ne giştî, yên brokratîk bin û di siyaseta jor ya kurdan de nêzîkatiyek wiha nebe.”
Bengî Haco got; “Em niha hevdîtinê xwe yên bi rayedarên Başûr re didomînin. Heta niha me bi 4 partiyên Rojava ku sekreterê wan li Hewlêrê bûn hevdîtin lidarxistin û ji bo em biçin Rojava wê hevdîtinên me bidomin.” 

DÎHA/HEWLÊR




Li Îzmîrê piştgiriya Rojava

BDP bi çalakiyên xwe yên "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" piştgiriyê dide xweseriya li Rojavayê Kurdistanê.
Li bajarê Îzmîrê li navçeya Konakê pêr bi pêşengiya BDP û NÇM ji bo piştgiriya Rojava şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de destketiyên kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin. Şahî, li Kadîfekale Kaleîçî pek hat. Piraniya wan jin û zarok bi sedan kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de ala Tevgera Civaka Demokrtîk (TEV-DEM) hate vekirin û ji bo piştgiriya rêveberiya xweser a Kurdistanê slogan hatin gotin. Di çalakiyê de her weha ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan jî azadî hate xwestin û polîtîkaya tecrîdê ya hukûmeta AKP´ê hate şermezarkirin.
Serokê BDPê yê Konakê Halîk Akgul di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo gelê kurd pirsgirêkên li pêşiya xwe çareser bike divê bi rihê yekîtiyê tevbigere. Akgul rêveberiya xweser ya li Rojavayê Kurdistanê silav kir û serketin xwest.
Çalakiyên BDP yên "Em meşa we ya azadiyê silav dikin wê li Riha, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê dewam bikin. 

KONAK