Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), piştî civîna çapemeniyê ya pêr, ku ‘Pêşnûmeya Pîvanan a Karê Yekîtiya Neteweyî’ ya ji 21 xalan eşkere kir, ji bo yekîtiya neteweyî dest bi hevdîtinên tûra duyemîn bi partiyên Kurdistanî re kir.

Heyeta KNK’ê piştî serdana pêr a li Partiya Komunîst a Kurdistanê, doh li Hewlêrê serdana Yekgirtû Îslamî û Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan kir.

Rawestgeha destpêkê ya KNK’ê Navenda Giştî ya Partiya Yekgirtû Îslamî bû û ji aliyê Serokê Meclîsa Têkiliyên bi Gel re ya Yekgirtû Îslamî Hadî Elî û endamên meclîsa partiyê ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina saetekê, civîneke hevpar a çapemeniyê hate lidarxistin. Endamê Konseya KNK’ê Farûq Cemîl li civînê axivî û anî ziman, wan pêşnûmeya ji 21 xalan a ji bo komxebatên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li ser yekîtiya neteweyî pêşkêş kirine. Cemîl diyar kir, ew dixwazin li ser vê pêşnûmeyê serdana partiyên siyasî bikin.


‘Piştgiriya me didome’

Piştre Serokê Meclîsa Têkiliyên bi Gel re yê Yekgirtû Îslamî Hadî Elî axivî û got, “Hevalên ji KNK’ê li ser encamên komxebeta li Silêmaniyê pêşnûmeyek amade kirine. Em vî karî hêja dibînin. Ji bo yekîtiya neteweyî wê ji niha û pê ve jî piştgiriya me dewam bike. Em amade ne piştgiriyê bidin her karekî ji bo xêra gelê xwe yê li çar parçeyan.”


Ev ji gelê me re xizmet e

Rawestgeha duyemîn a heyeta KNK’ê Navenda Giştî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan bû. Heyeta KNK’ê li vê derê ji aliyê endama Polîtburo ya Hizbî Zehmetkêşan Niştman Kemal û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Li dû hevdîtina ku bi qasî saet û nîvekê li çapemeniyê girtî pêk hat, civîna çapemeniyê pêk hat. Nitîman Kemal li vir axivî û anî ziman, ew piştgiriyê didin her hewldaneke ku berjewendiyên neteweyî dide pêş. Kemal got, “Pîvana me ya mezin, berjewendiyên Kurdistana mezin e. Bi ya me, ev kar jî xizmetê ji gelê me re dike. Çawa ku me beriya niha dest dan vî karî, ji niha û pê ve jî em ê bi erka xwe rabin.” 


 HEWLÊR