Kongre Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 14. salvegera Komploya Navneteweyî bi tundî şermezar kir û tekoşîna gelê Kurd li welat û derveyî welat teva silav kir.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Di 14. salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, pirsgirêka Kurd ketiye qonaxek dîrokî û dijmin, bi desteka hêzên global, bi tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan, bi qirkirina leşkerî û siyasî, komploya navneteweyî dijwartir kiriye.”
KNK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd jî, li welat û derveyî welat di nava têkoşînên destanî de gavên giring diavêje û wiha berdewam kir; “Li Ewropa Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan qonaxek nû da destpêkirin; li welat jî li her bajar û navçeyan vedana Konên Çalekiyên Demokratîk, greva birçîbûna Dayikan û Girtiyên Azadiyê di girtîgehan de, hamleya “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Statuya Siyasî” gihande hamleya duyemîn.”
KNK’ê got; “Di 14. salvegera Komploya Navneteweyî de, trecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan , 6 meh û nîv derbas kirin û komkujiyên li hemberî gelê Kurd, operasyonên dibin navê KCK’ê de, bê perwa têne meşandin. Balkêş e ku wijdanê raya giştî ya cîhanê jî, hîna bêdeng e. Di sedsala bîstûyekê de, nûnerê her gelî di Neteweyên Yekbûyî de cih girtine, tenê nûnerên gelê Kurd cih ne girtine. Ev antî huquqî û antî insaniyet jî dide xuya kirin ku, siyaseta dagirkeriya li dijî gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê navneteweyî ye.”
Daxuyaniya Kongre Neteweyî ya Kurdistanê wiha berdewam dike; “Ev xeterî li dijî çar parçeyên Kurdistanê û li dijî tevahiya destketiyên gelê Kurd e. Dijminên dagirker û statukoparêz ku ji qada naveneweteyî destekê dibînin, ne parçeyekî Kurdistanê, ne hêzeke Kurd bi tenê, tevahiya gelê Kurd û xaka Kurdistanê kirine hedefa xwe. Bêguman di nava hêzên dagirker de û hêzên global de nakokiyên mezin hene. Pêwiste gelê Kurd bi dîplomasî û siyasetên demokratîk û têkoşîna xwe, ji van nakokiyan sûdbigire û ji bo dikaribe, di dizaynkirina nû ya herêmê de, bibe aktorekî sereke û rola xwe bilîze, pêwiste di nava xwe de û rojekê berî rojekê Konferansa Neteweyî li dar bixe. Konferansa Neteweyî, wê qedera Kurdan biguhere û di qada navneteweyî de bibe xwedî nûnertiya erêniya statuya siyasî. Hıngî wê bandorê li siyaseta cîhanê jî bike.”
KNK’ê destnîşan kir ku, gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya deh salan, dewletên dagirker, kirine nava astengiyên mezin û statukoparêziya li ser bingeha netew-dewletê hatiye avakirin jî, kiriye nava erdhejên mezin.
Herî dawî KNK’ê got; “Divê ku Gelê Kurd, di 14. salvegera Komploya Navneteweyî de, têkoşîna xwe dijwartir, berfirehtir bike û li tevahiya qada jiyanê bela bike. Piştgîrî bida hamleya “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re statuya siyasî”, da ku komploya duyemîn jî werê berteref kirin û vala derxistin.
KNK, car din Komploya Navneteweyî bi tundî şermezar dike û tekoşîna gelê Kurd li welat û derveyî welat teva silav dike.”

ANF/BRUKSEL