Hevdîtin vê sibê di Ofîsa Polîtbûroya Partiya Sosyalîstên Kurdistanê ya li Silêmaniyê pêk hat. Di hevdîtinê de bi navê KNK’ê cîgira serokê KNK’ê Nilûfer Koç, berpirsê pêwendiyên derve yê KNK’ê Celal Kemalîzade, Endamê KNK’ê Mîrhem Yîgît û nûnerê KNK’ê yê başûrê Kurdistanê Xebat Mihemed, bi navê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê jî berpirsê mekteba siyasî ya PSK’ê Mihemed Dolasîn, endamê meclîsa serokatiya PSK’ê Bextiyar Kerîm, endamên mekteba siyasî Fatih Raûf û Rizgar Xefûr amadebûn.

'Pêwistî bi siyasetekeneteweyî heye'

Di destpêka hevdîtinê de Celal Kemalîzade sedema hatina wan a herêmê rave kir û der barê hevdîtinên xwe yên partî û kesayetan de agahî dan. Kemalîzade diyarkir ku ew ji sala 2005’an ve li ser projeya konferansa netewî kar dikin û di vê çarçoveyê de şandeyan dişînin hevdîtinan û got; “Bi vê armancê şandeya me hatiye herêmê. Di hevdîtinên xwe yên din de em agahdarbûn ku ji bo konferansa netewî komîsyonek hatiye diyarkirin lê belê haya gelek aliyan ji vê yekê nine. Em dibêjin ku ji bo xebatek wiha divê nêrîna hemû aliyan bê girtin û xebatek hevpar bê mesandin”.
Cîgira Serokê KNK’ê Nîlûfer Koç jî diyar kir ku vê gavê ji bo pêkanîna konferansê zemînek giring heye û hin xebat tên birêvebirin. Koç got ku li ser vê zemînê divê konferans bi besdarbûna hemû aliyan û îtîfaqek berfereh pêk were û got; “Konfaransa netewî divê tenê berjewendiyê parçeyekê, partî an jî şexsekê esas negre. Divê em destkeftiyên başûrê Kurdistanê biparêzin. Ev jî tenê bi pêkanîna yekîtiya netewî dikare pêk were. Ji ber vê jî pêwîstiya me bi siyasetek neteweyî heye”.
Di berdewama axaftina xwe de Koç da zanîn ku gelê Kurd di herêmê de xwedî cihekî stratejîk e û ji lewra biryarên gelê Kurd wê bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn jî bike. Koç gotinên ku di medyayê de tên ziman û daxwaza çekdanîna PKK’ê dikin jî bi bîranî û got; “Ev daxwaz di cîh de ninin. Di herêmê de ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe her kes dibe xwedî mekanîzmayekî xwe parastinê. Dewleta Tirk heya niha hîn hebûna gelê me nas nake. Her wiha li ser siyaseta serbixwe ya Kurdan zextên xwe didomîne. Daxwazên ku gelê Kurd bê parastin bihêlin ne di cîh de ne”. Koç got; “êm dibêjin ku pêwîste konferansa netewî li ser hîmê astî û demokrasiyê pêk were. Pirsgirêkên gelê me bi ferasetek astiyane û demokratîk çareser bibin. Pêşniyar heye ku dibêjin bila çavdêrên welatên din di konferansê de amade bin. Lê belê ev jî ji me re weke xetek sor e. Ji ber hebûna van dewletan di konferansê de xizmeta xebatên yekîtiyê nake. Ji ber vê em rast nabînin ku çavdêrên ti dewletekî di konferansê de amade bibe”.

'Divê nerîna hemû aliyan hebe'

Berpirsê mekteba siyasî ya Partiya Sosyalîstên Kurdistanê Mihemed Dolaşîn jî diyar kir ku ew ji destpêkê ve xebatên konferansa netewî destek dikin û berî jî bi vê armancê bi şandeyên KNK’ê re hevdîtin pêk anîne. Dolasîn diyar kir ku ji bo konferansê pêwîstî bi avakirina komîteyek amadekar heye û bi tevê partiyên siyasî divê kesayetên akademîsyen, ronakbîr û zanyar jî di konferansê de cîh bigrin. Dolasîn got; “Divê nêrîna hemû aliyan bê girtin. Vê gave li her çar perçeyên Kurdistanê pirsgirêkên gelê Kurd bi dewletên desthiladar re heye. Pêwîst dike ku di vê konferansê de ji van pirsgirêkan re nêzîkatiyek hevpar ê stratejîk hebe”.
Endamê meclîsa serokatiya PSK’ê Bextiyar Kerîm jî diyar kir ku ew weke PSK’ê giringî didin xebatên konferansa netewî û danûstandinên hamû aliyên Kurd û got; “Konferansa ciwanan bûye ezmûnek giring, lê belê ji bo konferansê divê xebatek berfereh bê mesandin. Helbet wê gotina hemû aliyan hebe. Pêwîste nêrîn û pêsniyarên hemû aliyan bên guhdarkirin”.
Endamê mekteba siyasî ya PSK’ê Fatih Raûf jî axivî û got ku konferansa netewî tenê bi besdarbûna hin partiyan nabe û divê temsîliyetek berfereh esas bigre û got; “Divê nêrînên hevpar yên aliyan ji beriya konferansê bên girtin. Di vê çarçovê de em helwesta KNK’ê di cîh de dibînin. Ev konferans ji bo dahatuya gelê me pir girng e. Divê em qelistekên navxweyî zelal bikin û bi nêrînên hevpar biçin konferansê. Ji ber vê lihevnekirinên di navbera partiyan de divê bên derbaskirin. Raûf dayar kir ku ew jî besdarbûna çavdêrên dewletan a konferansê re rast nabînin. 


ANF/SILÊMANÎ