
Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) bi boneya 16’ê Adarê Salvegera Komkujiya Helepçeyê peyamek weşand.
KNK’ê di daxuyaniya bi boneya 16’ê Adarê Salvegera Komkujiya Helepçeyê peyamek weşand û got; Hemberî ku di 8ê Adarê 2012 de, li Bruksel Parlamenta Ewropa, dibin pêşengiya KNK'ê de Konferansa 2. ya Komkujiya Helepçe hate lidarxistin û di daxuyaniya encamê de, ji Yekîtiya Ewropa, saziyên pêwendîdar û raya giştî ya Ewropa teva hate xwestin ku, di qada navneteweyî de, li gorî rêbaz û huquqê gerdûnî gav bêne avêtin.”
KNK’ê got; “Bi pêwana salvegera komkujiya Helepçê, em şehîdên Helepçe, şehîdên Qamişlo û tevahiya şehîdên azadiyê bi dilsozî bibîr tînin.
Di herka dîrokê de, yek ji gelên ku rastî komkujiyan hatiye gelê Kurd e. Her komkujî sucê mirovahiyê ye û ev suc jî, di wijdana mirovahiyê de hatiye mahkumkirin. Di her komkujiyê de mirovahî tê kuştin û yek ji van komkujiyan jî li başûrê Kurdistanê bajarê Helepçe, 16’ê Adara 1988 de pêk hat. Di heman çarçovê de, li Qamişlo jî, 12ê Adarê 2004 de komkujiyek pêk hat û raya giştî ya cîhanê bêdeng ma. Balkêş e ku îro jî, gelê Kurd li hemberî komkujiyan e û li darî çavên cîhanê teva li dijî gelê Kurd çekên kimyewî têne bikaranîn û komujî pêk tên. Hemberî ku ev sucê mirovahiyê li welatên ewropa û saziyên pispor, hatiye îspatkirin jî, raya giştî ya cîhanê û saziyên pêwendîdar bêdeng in.
Konferansa komkujiya Helepçe
KNK’ê bi bîr xist ku hemberî ku di 8ê Adarê 2012 de, li Bruksel Parlamenta Ewropa, dibin pêşengiya KNK'ê de Konferansa 2. ya Komkujiya Helepçe hate lidarxistin û di daxuyaniya encamê de, ji Yekîtiya Ewropa, saziyên pêwendîdar û raya giştî ya Ewropa teva hate xwestin ku, di qada navneteweyî de, li gorî rêbaz û huquqê gerdûnî gav bêne avêtin.
KNK’ê di berdewama daxuyaniay xwe de got; “Dîsa di bin pêşengiya KNK'ê de di 12'ê Adar a 20124an de, li Parlamena Belçika, li ser komkujiya Qamişlo konferansek hate lidarxistin. Di encameya vê konferansê de jî bang li raya giştî ya cîhanê û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku, hawar û qîrêna gelê Kurd ya dibin zordestiya rejîmên totalîter û tîranên demê de werê bibihîzin.”
Daxuyaniya KNK’ê didome; “Gelê Kurd, di vê pêvajoya dîrokî de, rastiya xwe jî, rastiya dijminê xwe jî baş nas kiriye û fêm kiriye. Bi vê têgihiştinê jî, gelê kurd li dijî her cure êrîşên kujerî û dijîmirovahî, têkoşîna şoreşgerî dimeşîne. Pirranî di meha Adarê de ku wek meha qehremanî û xemgîniyê tê naskirin de, li dijî her cûre êrîşan, li dijî her cûre siyasetên înkar û tunekirinê, li dijî statukoparêziya wek şermezariya sedsala bîstûyekê tê qebûl kirin berxwedaneke bi rûmet dimeşînê.”
'Gelê Kurd çarenûsa xwe diyar dike'
KNK'ê di peyama xwe de têkildarî asta pêşveçûn û çalakbûna gelê Kurd de jî cîh da van nirxandinan : “Êdî Gelê Kurd gihaye qonaxa ku dikare qedera xwe bike destên xwe û jiyaneke bi rûmet biafirîne. Em weke KNKe, di vê hestiyarî û berpirsiyariya bi hiş û ramanê têgihiştî têkoşîna gelê Kurd li welat û derveyî welat, bi dilsozî silav dikin. Ji ber ku her tevger û berxwedan, xwedî derketina li şehîdên Helepçe, Qamişlo, Geliyê Tiyarê, Roboskî û xwedî derketina li komkujiyên di herka dîroka bextreş teva de pêkhatine ye. Xwedî derketina li lehengên gelê Kurd ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê û li Starsbourgê di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Êdî gelê Kurd, di salvegerên komkujiyên Helepçe, Qamişlo û hwd. de ne tenê xemgîniya xwe tîne ziman, hesab dipirse û wek dozeke mirovahiyê derdixe pêş. Ev tê wateya ku gelê Kurd, li dozên mirovahiyê jî xwedî derdikeve. Ev qonax, ji bo tevahiya mirovahiyê destketinek bi rûmet û pîroz e."
Banga yekîtiyê
Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di dawiya peyama xwe de banga bilindkirina têkoşînê û xurtkirina yekîtiyê li gehê Kurd kir:Bêguman barekî giran dikevê ser milê hêzên siyasî, rewşenbîr û medya Kurd. Bi pêwana salvegera komkujiya Halepçê, em weke KNK'ê bang li hêzên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurd teva dikin ku, di vê qonaxa dîrokî û pirr hassas de binbarî û berpirsiyariyên xwe bînin cih. Pêwiste hêzên siyasî û kesayetiyên Kurd teva, li gorî demê û li gorî ademiyeta sedsalê tevbigerin û lîstikên dijminên dagirker bibînin. Em weke KNK'ê dibêjin, hêzên siyasî, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, rojnamevan û hemwelatiyên kurd teva li hemberî şehîdên Helepçe, Qamişlo û tevahiya azadiyê deyndar in. Xwedî derketina li nirx û destketiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, tenê bi riya yekîtiya Kurdan û pêkanîna Konferansa Neteweyî ya, li ser esasê bêşderîya hemu rêxistin û sazîyên Kurdan, bi cihgirtina di komiteya amadekar da, dikarin werin parastin.”
ANF/BRUKSEL
'Tê Bîra Min Helepçe' tê nîşandan
Di 24’ emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê de, yekemîn galaya fîlmê bi navê “Tê Bîra Min Helepçe” ya Komkujiya Helepçeyê vedibêje sibê dê li Wargeha Penaberan a Mexmûr pêk bê.
Filma “Tê Bîra Min Helepçe” ya ku çîroka Komkujiya Helepçeyê ya di 16’ê Adara 1988'an de ji aliyê rejîma Seddam ve hate pêkanîn û di encamê de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, vedibêje mêvanê Mexmûrê ye. Fîlm bi derhêneriya Şîrîn Harhar, senarîst Abdulah Demîr Alp û çêker Hebîb Beyter hatiye çêkirin. Her wiha parêzer û nivîskar Eşber Yagmurderelî jî di fîlm de cihê xwe digire û muzîka wê jî ji aliyê Mazlum Çîmen ve hatiye çêkirin. Mijara film, li ser ciwaneke Kurd ku li dibistanên Tirkan asîmle bûye ye. Ev ciwan dixwaze teza xwe ya zanîngehê amade bike. Piştî ku ev ciwan Komkujiya Helepçeyê dibihîse, dixwaza teza xwe li ser vê komkujiyê amade bike. Film êş û janên Heleçpeyê yên di nava Kurdan de vedibêje.
MEXMÛR