Di nameyê de hat destnîşankirin ku di nava şert û mercên hesas û nazik ên Rojhilata Navîn de, damezrandina hikûmeta nû, hewcehiyeke lezgîn bû û wiha hat gotin:
“Prosesa rizgarî û azadiya Kurdistanê hatiye qonaxeke nû û destkevtên doza Kurdistanê her diçe zêde dibin. Li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê hêviya serkevtinê ya xelkê Kurd û Kurdistaniyan bilind bûye. Hebûna Herêma Kurdistanê, avabûna nû ya Xweserîya Demokratîk ya Rojavaya Kurdistanê û pêşkevtina têkoşîna li bakur û rojhilata Kurdistanê hemû Kurd û Kurdistaniyan li ser pêşeroja Kurdistanê geşbîn û hêvîdar dike.
Bi bîr û hizirên neteweyî û welatî ve em we, hikûmeta we, pêkve wezîrên we pîroz dikin. Em wekî KNK partiyên ku li ser esasê berjewendiyên neteweyî û niştimanî hikûmeta we ya koalisyonê pêk aniye jî teqdîr dikin. Bila hikûmeta we serfiraz û serkevtî be”
BRUKSEL