KNK bi daxuyaniyekê cejna Êzî ya civaka Êzîdiyan pîroz kir û got, "Baweriya me xurt û bilind e ku Şengal dê ji destê van hovan bê rizgarkirin û ev warê qedîm ê xelkê me yê Êzidî dê dîsa bibe cihê jiyaneke bextewar a Êzidiyan." KNK'ê bi munasebeta Cejna Êzdî bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku di vê roja pîroz de hevkariyeke mezin digel penaber û derbederên xelkê me yê Êzidî bikin, mal bi mal seredaniya wan bikin û cejna wan pîroz bikin.

Êzîdiyan bi tenê nehêlin

Peyama KNK'ê bi vî rengî ye: "Îro cejna xelkê me yê Êzîdî, Cejna Êzî [Ezda] ye. Bila li hemû xelkê me yê Êzidî pîroz be. Xelkê me yê Êzidî cejna îsal bi xem, kul û kesereke mezin û kûr pêşwazî dikin. Kurdên ji dîn û baweriyên cuda jî şirîkê vê xema mezin a civaka me yê Êzidî ne. Ew qirkirin û felaketa li Şengalê bi serê xelkê me yê Êzidî hatî, felaketa hemû Kurdan bû û Kurd pêkve vê bûyera xembar wekî fermaneke bi serê hemû Kurdan hatî qebûl dikin. Organîzasyona terorê ya bi navê DAIŞê berî ku êrîşî ser Şengalê bike, ji her alî ve êrîşî ser timamî Rojavaya Kurdistanê dikir û hêj jî dike. Xelkê me ji Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê heta Til Koçerê di enîyeke berfireh de welatê xwe parast û diparêze."

Yekîtî û piştevaniyê xurt bikin

KNK bibîrxist ku êrîşa li ser Kobanê hêj jî didome, lê xelkê me, hêza leşkerî YPG-YPJ bi piştevaniya Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê berxwedaneke xurt  û mezin nîşan didin û rê li ber dagiriya DAIŞê digirin. Daxuyanî wiha dewam dike: "Êrîşa DAIŞê ne tenê li ser xelkê me yê Êzidî ye, li ser timamî Kurdistanê ye. Dewletên dagirker dixwazin bi destê vê organîzasyona terorê destkevtên li Kurdistanê têkbibin û rê li ber avabûn û avadankirina Kurdistanê bibirin. Lê belê, xelkê me li Şengal û dora Şengalê û herwisa li Kobanê û Til Koçerê şerê parastina welatî bi fedakariyeke bilind didomînin." KNK bi boneya cejna Êzî, bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku di vê roja pîroz de hevkariyeke mezin digel penaber û derbederên xelkê me yê Êzidî bikin, mal bi mal seredaniya wan bikin û êşa wan kêm bikin.

Ji KCD peyama cejna Êzî

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk KCD jî bi daxuyaniyekê cejna Êzî ya civaka Êzidiyan pîroz kir. Di peyama KCD'ê de hat ragihandin, ku yek ji civak û baweriya qedîm a xaka Mezopotamyayê Êzidî, li hemberî her şêwe asîmîlasyon û tinekirinê bi hevîna Derwêşê Evdî, welat, hebûn û baweriya xwe parastiye û hat gotin, "Li hemberî tinekirinê, bi biryardariya bibin civak, bûn kaniya Berxwedanê û herikîn." Hevserokatiya KCD'ê bi hêviya ku cejneke din li Şengal û Laleşê were pîrozkirin, Cejna Êzî di serî de li civaka Êzidî ya ji ber hovîtiya DAIŞ'ê li çar aliyên cîhanê belav bûne, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û tevahiya gelê Kurd pîroz kir.


 NAVENDA NÛÇEYAN