Konseya Rêveber a KNK'ê, Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û tevahiya alema Îslamê pîroz kir. 

KNK'ê bi peyameke cejnê got, "Îro cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di nava rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Gund û bajarên me têne wêrankirin, xwezaya welatê me tê şewitandin. Li Başûr û li Rojhilat jî şer û alozî berdewamin. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê amadekarîyên referandûmê jî dewam dikin."

KNK'ê diyar kir ku dewleta Tirk, li Başûr û Rojava jî êrîşî gelê Kurd dike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û dixwaze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Li hember van êrîşan gelê me jî bi her awayî li ber xwe dide, bi qehremanî û bi fedakariyeke mezin pêşî li êrîşên dijmin digire.”

KNK'ê bi bîr xist ku gelê Kurdistanê êdî ne yê berê yeû got: "Em bi hêvî ne û bawer dikin ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe pîroz bike. Bi vê boneyê em cejna Qurbanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN