Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber sedema mirina Juan Sorîn peyameke sersaxiyê da û got, “Em ê ruhê wî yê piştgiriya enternasyonal û kesayetiya wî ya mînakdar qet ji bîr nekin.”
Di peyamnê de hate gotin, ‘’Juan Sorîn ku beşekî mezin a jiyana xwe daye têkoşîna azadiya Kurd, endamê nirxdar ê welatê Baskê bi pençeşêrê ji nava me bar kiriye.”
KNK’ê di peyama xwe de wiha got: “Salên 90’î, bi taybetî li Amedê çend caran ji hêla hêzên dewleta Tirk a mêtinger ve hate binçavkirin û êşkence lê hate kirin. Li gel terora dewleta Tirk a ku li ser pêk anî jî, ti caran bi paş ve gav neavêtiye, bi biryardarî destek daye têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û di vê rêyê de pir fedakar û biryardr bûye.
Juan Sorîn yek ji damezirînerên Komeleya Kulturê ya Kurd-Bask a Newrozê bû, ku navenda wê li Bîlbaoyê ye. Em bû xwedî ristekî girîng. Her wiha ji bo ku Kobanê-Guernîka bibin şaredariyên deste-bira kêferateke mezin kiriye.
KNK’ê diyar kir ku Sorîn ji Spanyayê, hemû herêmên otonom bigirin ta bi Portekîzê û welatên Amerîkaya Latîn destek daye têkoşîna Kurdan û wiha hate gotin:
“Wê di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de bijî. Em ê ruhê wî yê piştgiriya enternasyonal û kesayetiya wî ya mînakdar qet ji bîr nekin.”
ANF/BRUKSEL